Mexmûr- Mijara me ya îro Mîtra ye. Biya min yêk ji bêjeyên mak ya çêrok, dîrok û serpêhatîya mirovtîyê lêhatî barkirin Mîtraye. Rast çareserkirina vê bêjeyê, tê wateya rast çareserkirina dîrok û serpêhatîya mirovtîyê.
Kesên eleqeder baş dizanin, çareserkirin û şîrovekirina raza vî dînê wekû gîzemdar tê binavkirin bîye mijara bi sedan pirtûk, meqele û vîdeoyan.
Gelo tiştên hatîn gotin û şîroveyên hatînkirin çiqas ji rastîya vê bêjeya efsûndar re bîne bersiv û çiqas kêm mane? Emê hewl bidin di vê vîdeoyê de xwe bigihînin raza rastîya Mîtra.
***
Em tiştên kesnezan şîrove dikin û ji tarîtîyê rizgar dikin.
Ez bawerim hûn heta dawî temaşeyî vîdeoya me bikin hûnê poşman nabin û zemanê weyê vale naçe. Hûnê zanînê tevlî zanîna xwe bikin û bi teybet di derbarê rastî û dîroka me Kurdan de fêrî pir tiştên nayên zanîn bibin.
Heke hûn kanala me bişopînin, bibin abone û weşanên me parve bikin, hûnê destekek mezin bidin ji tarîtîyê rizgarkirina rastîyên xwe.
***
Emê ewil bi awayek cewher behsa dîrok û çêroka hatî gotin bikin û piştre derbazî vegotina rastîya vê bêjeya wekû raza wê nehatî çareserkirin û gîzemdar tê pênesakirin bibin. Sebebê gîzemdartîya wê jî ji berkû heta niha di derbarê wê de ti belge û zanînên nivîskî nehatine peydakirin.
Di sala 1907’ê de di nav xirbeyên Jatûşa Paytexta Hîtîtî’yan de tablet tê dîtin. Mijara vê tabletê peymanek ya di navbera Mîtanî û Hîtîtîyan de ye. Di vê peymana B.M 1380 de lî Başûrê behra Wanê pêkhatî de wekû çavdêr û gerentora sulhê li ser navê Mîtra sond hatîye xwarin. Piştê vê raza rastîya Mîtra dibe sebebê mereqa arkeolog, dîrokzan û lêkolînvanan û tê lêkolînkirin. Ema ji sebeba di encama hemî lêkolîn û vekolînan de di derbarê wê de belgeyek nivîskî nehat peydakirin wekû dînê gîzemdar hat pênasekirin.
Mîtra, di rîgvedayên Sanksrîtî de wekû remza dost û hevaltêyêderbaz dibe. Di Avestayê de wekû xwidaya “soz û peymanan, ronahîyê, çavdêra qencî û xirabîyan, ji bû bikaribe adalet û wekhevîyê biparêze hezar cehv û guhên wê heyîn, ji virkeran û xiraban nefret dike û wan ceza dike û yara rastyar û rastgoyane û w.d di dînê Mazdeîzmê de bi sedan berjengên cuda hatîye berjengdarkirin. B.M 1500’ê li Babîlê li ser textê Şemaş wekû xwidyê Rojê derdikeve pêşya me. Di s.s piştî wê de, bi navê Kîbela wekû xwidaya zayîn û bereketê darbazî Anatolyayê dibe. Dîsa di panteona Antîgyosê Komagena de cih digre. B.M ss yêkê li Tersûsa paytexta Klîkya Roma wekû remz û sembola bajêr tê nûjenkirin. Hîpagos: Astrolog Împeretortîya Roma, Mîtra ji Tersûsê digrin û wekû xwidayê şer, serkeftin û rojê dibin Romayê û biteybet wekû xwidayê şer yê
lejyoneran li ser textê, Sol Învîctus (Roja naçe ava) dirûnê. Piştî derbazî Romayê dibe, li cihên gîzemdar (veşartî, di bin erdê de) peresgirhên bi navê mîtranyom têne avakir. Heta niha jî ne li Mezra Bohta û ne jî li Rojhilata navîn kû welatê Mîtra tê zanin ti perestgihên wê nehatine peydakirin. Ema bi teybet li Îtîlya û li hemî Ewropa perestgiên wê hene û qedexeye jin tevlî şahîyên di van perestgihan de pêktên bibin.
***
Mirovên ewil ev nav bikaranîn çima ev wate li vê bêjeyê barkirine? Warê ewil ev nav xwiliqandî kûdere?Mîtra jine, yan mêre ( ji berkû heta niha mêr tê zanîn û hin belge jî saroxdanê coht zayendîtîyê didin)?Xwidaye, yan meleke? Ji ber kû di Awesta de yêk ji Meleka Ahura Mazdaye.Raza vê hyîna bi “GA” hatî sembolîzekirin û se, mar û dûvpişt di rolyefê wê de cih digrin çîye? Çima di pir jêderan de wekû coht zayend tê qebûlkirin?Çima ji hemî xwidayên tên zanîn zêdetir berjengên wê hene?Serok Apo di pirtûkên xwe de dibêje: “Nebêjin Mîtîolojî û derbaz nebin. Raza rastîya dîroka mirovtîyê di van bêjeyan de veşartîye”.
Gelo raza li navê Mîtra hatî barkirin çîye?Emê hewl bidin û zêhnîyetek cuda û bi lênêrînek nû raza rastîya Mîtra şîrove bikin.Rêbaz û teknîka me eve: emê destpêkê bi pergala Ra Binra ya peyên Kurdî pêktîne wateya li vî navê gîzemdar hatî barkirin çareser bikin û piştî hingê bi rêya şîrovekirina rolyefên Mîtra sembolîze dikin hewl bidin rastîyên di tarîtîyê de hatîn hiştin derxinin ronahîyê.
Mîtra peyvek hevgirtîye û ji “MÎT” û “RA” pêktê.
Hûn dizanin, navê safî yê “Mîtîolojî”yan “MÎT”e. Dibêjin, “LOJΔ pêvekek tê wateya zanînê û Yewnanîye. Jixwe “RA” bi Kurdî kok’e.
Wê demê wateya “MÎT” çîye niha em bi pergala Ra Binra ya peyvên Kurdî pêktîne çareser bikin:
M (Mê navend mirov) + Î (aydîyet) + T (çalekî-eylem) = Çalekîya Aydê Mirov.
Çalekîya Aydê mirov ya RA.
Yanî di rastîyê de Mîtra, ne dîn, ne xwidê, ne melek û ne jî wekî hatî pênasekirin hêzek ser xwezayîye. Mîtra, navê çalekîya civakbîyîna ewil ya mirovtîyêyeye. Ji etîmolojîya peyvê jî kifşe, ev çalekî ji alîyê jinê ve hatîye pêkanîn û Mê’ye. Dîsa ji wateya bêjeyê dîyare, warê wê Kurdistane û peyvek Kurdîye. Niha em derbazî şîrove û çareserkirina rolyefê Mîtra bibin:Ji kerema xwe xweş guhdar bikin û baş li vî rolyefî binêrin. Bawer bikin, dîroka rast ya mirovtîyê di wateya li vî rolyefî hatî barkirin de veşartîye. Di Kurdî de wate li tîpê hatîye barkirin. Navê tîpa halê hazir em wekû “ge” dixwînin “GA”ye û hêzê sembolîze dike. Yanî li ser xwebîn, serbixwe, xwebîn û xwetîyê sembolîze dike. Ev rolyef şerê di navbera Şehristanîyeta “Ga” û “Zelam” de vedibêje. Yanî wekî hatî gotin û tê gotin, Mîtra ne zelamê li ga siwarbiyî û hewl dide ga bikujeye, Ga bixweye. Li vêdê şerê serketina du şehristanîyetan heye. Şehristanîyeta em wekû “ZEMANÊ BERPENÎR” binav dikin û wekû şehristanîyeta jinê tê binavkirin û şehristanîyeta navendî ya ji Sûmeran destpêkirî û heta niha tê.Serpêhatîya Şerê “GA” û zelam ne tinê bi çêroka Mîtra re sînordare. Yên destana Girgamêş xwendîn dizanin, şerê wî û gayê ezmanî navdare.
Ez dixwazin behsa veqetînek din jî bikim, heta niha li Mezre Bohta, Hindistan, Anatolya û yan jî li Rojhilatanavîn qet mîtranyom’ên wekû persetgihên Mîtra tên zanîn nehatine peydakirin.
Me got, şerê serketinê, yanî şerê zeferê. Sebebê Romanîyan Mîtra wekû xwidayê şer û zeferê û xwidayê Lejyoneran binavkirîye aha di vê de veşartîye.
Niha jî em dixwazin raza heyînên din yê di rolyef de cih digrin şîrove bikin. Hevalno di rastîyê de “şîrove” tê wateya “şêlo-vekir”inê, yanî zelalkirinê. Em jî di wê wateyê de bikartînin. Di çanda me kurdan de dûvpiştik dijmin û neyare. Wekî di risim de jî tê dîtin, dûvpiştik bi cihek pir hesas û cihê herî zehîf yê mêran, bi gunê ga re girtî û arî dijminê ga dike. Em ji etîmolojîya navê mar, ji rolyefê Şahmaran, ji wêneyê marê reş yê li derîyê Laleş û w.d ji hezar nîşan û saroxdanan dizanin, di çanda me de “mar” hekîme, sembola şefayêye û pîroze. Li vêdê mar devê xwe dirêjî birînê dike û hewl dide derman û sax bike. Yanî alîgirê şehristanîyeta Jinêye. Dîsa wekî hûn jî dibînin li rex tenişta mar, se heye. Di çanda û avana zimanê me de “Se” star, war û parastine. Çawa “g” hêzbe, “s” jî stare. Li vêdê se û mar hevalên Ga’ne û dixwazine rizgar bikin û dûvpiştk jî hevkarê dijmin û xayîne.Wekî tê dîtin li rast û çep du zelam hene, her yêk meşaleyekî hildigre, yêkî meşaleya xwe danîye û yê din bilintkirîye. Ev jî ev jî dualîteya jîyanê, qencî û xirabîyê, tarîtî û ronahîyê yanî Ahura mazda û Ahriman sembolîze dikin.