ŞENGAL-Ciwanên Êzidî yên ku li ser paradîgmaya Rêber APO perwerde dikin, li çareseriya ku xwe û civaka xwe azad bike di fikir û felsefeya Rêber APO de digerin. Li ser vê bingehê Yekîtiya Ciwanên Êzidîxan (YCÊ) li Sinûnê civînek li ser rastiya Rêbertiyê li dar xist. Di civînê de bi giştî 15 ciwanên navçeyên Sinûn, Digure û Serdeşt amade bûn.
Civîna ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê pakê şehîdan dest pê kir, bi tamaşekirina nirxandina Rêber APO ya gelê Êzidî dewam kir. Piştre ciwanan li ser fikir û felsefeya Rêber APO nêrînên xwe anîn ziman.
Ciwanan diyar kirin ku fikra Rêbertiyê ji bo hemû bindestan hêviyeke mezin e û diyar kirin ku ew ê li ser vê fikrê xwe perwerde bikin û bi awayekî herî xurt xebatên xwe bidomînin. Ciwanên Êzidî diyar kirin ku tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser hemû gelên bindest e û diyar kirin ku divê hemû gelên azadîxwaz ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin.