HESEKÊ- Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya hemleya “Mala xwe, Taxa xwe, Welatê xwe Biparêze” de xebatên xwe berdewam dikin.
Li ser vê bingehê îro li bajarê Hesekê bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Hesekê û Yekîtiya Jinên Ciwan komxebatek li ser Şerê Gel ê Şoreşger hate lidarxistin. Di civînê de ku bi dehan endamên ciwan tevlî bûbûn, endamên Yekîneyên Erka Xweparastinê û Asayîşa Hesekê jî amade bûn.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê destpê kir. Piştre jî endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Şervan Efrîn mafê axaftinê wergirt û li ser wate û girîngiya rojê axaftinek kir.
Şervan, da zanîn ku di parastina şoreşê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO de tişta herî girîng pêkanina Şerê Gel ê Şoreşgerî ye û diyar kir ku divê ciwan li ser vê bingehê xwe perwerde bikin, xwe bi rêxistin bikin û li dijî şerê fizîkî û taybet yê dijmin têbikoşin.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Şervan Efrîn di axaftina xwe de bal kişand ser esareta Rêber APO û diyar kir ku divê ciwan di pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO de rola pêşeng bilîzin.
Piştî axaftina Şevan Efrîn mafê axaftinê hat dayîn.
Ciwanan bal kişandin ser rola ciwanan a di pêkanîna Şoreşa Rojava de û diyar kirin ku divê ev ruh bê parastin. Ciwanan dan xuyakirin, ku hêzên faşîst, dewleta Tirk a dagirker û kapîtalîst tenê bi rêbazên fizîkî êrîşî ciwanan nakin, ciwanan diyar kirin ku polîtîkayên şerê taybet zêde bûne.
Her wiha ciwanan diyar kirin ku li ser esasê polîtîkayên Şerê Taybet hewl didin ciwanan ji têkoşînê dûr bixin û diyar kirin ku divê li dijî tiryak û fuhuşê xwe û ciwanan biparêzin.
Ciwanan her wiha bal kişandin ser çalakiyên xwe yên “Xweparastinê” û diyar kirin ku ew ê li hemberî her cure polîtîkayên şer xwe ji aliyê fikrî, fîzîkî û ruhî ve biparêzin û li ser esasê felsefeya Rêbertiyê civakeke azad re pêşengtî bikin.
Piştî nîqaşan encamên komxebatê hatin xwendin.
Komxebat bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” bi dawî bû.