ŞEHBA- Belgefîlma “Di Şoreşa Rojava de Ciwan” ku Komîteya Çapemeniyê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê amade kiribû, bi pêşengiya Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Şehbayê hate temaşekirin.
Di çalakiya ku bi dehan zarok, ciwan û welatî amade bûn, beriya temaşekirina belgefîlmê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin. Piştre li ser navê Yekîtiya Xwendekarên Welatparêzên Şehba Aya Ehmed li ser rola pêşeng a ciwanan di Şoreşa Rojava de axaftinek kurt kir.
Ehmed di axaftina xwe de diyar kir ku divê ciwan û jinên ciwan li hemberî êrîşên derve nirxên şoreşgerî biparêzin. Ehmed da zanîn ku şoreşa Rojava bi saya keda şehîdan û Rêbertî bi ser ketiye û destnîşan kir ku ew ê hewldan û nirxên şoreşê biparêzin.
Piştî axaftineke kurt, gel bi coşeke mezin dest bi temaşekirina belgefîlmê kir.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” bi dawî bû.