NAVENDA NÛÇEYAN-
Heval Şerda bi deveke lerizokî û bi qirikeke kelegirî got; “Heval Rojhat şe,şe,şehîd bû”.
Mîna ku çiyayek li ser dilê mirovan be, mirov zehmetiya nefes dan û standinê dijî.
ZİNARÎN DİYAR NİVÎSAND…
Li ser her patîqayeke çiyayên Kurdistanê şopa hevalek heye, dema ku mirov di wan patîqeyan re derbas dibe, mirov wan hevalan nebîne jî, bi şopa ku hiştine xwe di giyanê me de didin hîs kirin. Dengê wan, kenê wan, sitranên wan di guhê me de lîlan dide. Bê guman careke din nedîtina wan jî dilê mirovan diguvişîne, hêrsa mirov jî di heman demê de li hember rastiya dijmin xurtir dike. Her ku tê bîra mirov ku çiqase hevalên
me yê bedew bi destê xayîn û dijminên gelê Kurd hatine şehîd xistin, hestên tolhildanê û xwîna hevalên xwe li erdê nehiştin di mirovan de kûrtir dibe.
Zivistana sala 2006’an du yekîneyên hevalê xort û yekîneyeke hevalên jin yanî weke tabûrekê em li nuqteya zivistanê bûn. Rojekê ku me perwerde didît, dengê qerebalixa hevalek ji derveyî dibistanê dihat. Dema em derketin navberê me ji hevalê nobedar pirs kir ew dengê kê bû, got ku hevalek ji perwerdeya şervanê nû hatiye, pir zindî ye, navê wî Rojhat e. Rojhat ji Enqere’yê bû, di zaningehê de hevalan nas dike û biryara tevlîbûnê dide.
Dema me ew dît bi carekê ve kete dilê her kesî. Bejna xwe kurt bû, pir zindî, rûken bû û gelekî jîr bû. Dengekî wî yê pir xweş jî hebû, hem di axaftin de, hem di helbest gotin de hem jî di sitran gotinê de. Aliyên wî yê wêjeyî û hunerî jî pir li pêş bû. Zû bi jiyana gêrîla re bû yek. Mirov digot qey bi salane di nava gêrîla de ye. Di pêvajoya zivistanê de li gel ku nû hatibû jî, her mijareke perwerde radibû li ser daxivî. Êdî zivistan û bihar jî qediya û her yekîneyek li gorî xebatên heyî vesaziya wan çêbû. Yekîneyek ji bo tepeyê pêş yê herêma ku em lê bûn hate erkdar kirin, yekîneyek jî ji bo nobedariya tepeyê paş yekîneyek jî ji bo çêkirina cihê goristana şehîdan. Cara yekem bû ku li Zagrosê goristaneke şehîdan wê bihata çêkirin.
Yekîneya me jî ji taximeke hevalên jin û taximeke hevalên xort pêkdihat û ji bo çêkirina goristanê derbasî nuqteya ku hatibû diyar kirin bû. Di germahiya Tîrmehê de me dest bi çêkirina goristanê kir. Hemû heval bi xwestek û moral tevlî kar bûn. Heval Rojhat jî di vê yekîneya me de bû. Li gel ku kareke bi westan bû, sitranên heval Rojhat û moralê wî di nava kar de hêz dida tevayî hevalan. Bi roj me kar dikir, êvaran jî me agir pêdixist û li derdora agir sitran digot. Heval Rojhat gelek sitran bi me da jiberkirin da ku em bi hev re bêjin, yek ji sitrana ku herî zêde jî digot sitrana “ Adiyaman, Yolu Yaman” bû. Dema ku me kar dikir carekê heval Rojhat bi henekî got tirba koşeyê wê bibe ya min, ji bo ku ez nehêlim kes bireve. Em hemû pê re keniyan. Piştî du heyvan xebatê çêkirina goristanê û hîn ku goristan tam neqediya bû heval Rojhat pêşniyar kir ku biçe cebheyê pêş da ku di warê çalakiyên leşkerî de aktîf bibe. Pir bi lez dixwest fêrî her tiştî bibe, mîna ku qet demê wî nîne û dixwaze bi demê re têkeve nava pişbirkê.
Heval Rojhat bi israra xwe derbasî qada piratîkê eniya pêş bû. Piştî 20 rojan li ser derketina heval Rojhat ji yekîneyê, sibehekê fermandara yekîneya me heval Şerda Mazlûm em kom kirin. Çavê wê tijî hêsir bû û rûyê wê melûl bû. Agahiyeke ku em matmayî hiştin neçar bû ku bide me. Heval Şerda beriya ku agahî bide qala buyerê kir. Bûyer ji devê hevala Şerda wiha hate vegotin; “Heval Rojhat, Heval Hogir û Heval Dilovan ji bo ku biçin keşfa qereqola dijmin bikin diçine tepeyê ku pir nêzî qereqolê bûye. Ew tepe hinek cihê wê mayîn tê de hene. Lê heval Hogir wî tepeyî baş nas dike û dizane ku kîjan cih mayîn lê heye, kîjan cih lê nîne. Lewma her dû hevalan jî hişyar dike ku bê agahiya wî tevnegerin. Heval Rojhat cihê ku lêye ji wir bi serê xwe hereket dike, hingî bi mereqe cihekî ku bala wî kişandiye dixwaze her ji wir de li cihê dijmin binêre. Piştî çend gavan davêje lingê wî li têlekê dikeve û mayînek diteqe. Mayîn ya kişandinê bû (çekmeli), ya balkêş jî lingê heval Rojhat dema li têlê dikeve û têl tê kişandin, li gel ku Heval Dilovan pir dûrî wî bûye jî, lê mayîn bi heval Dilovan de diteqe û yekser lingek wî heya çongê diçe. Heval Rojhat li cihê xwe şoq û matmayî dimîne.
Heval Hogir yekser jê re dibêje xwe bavêje erdê. Lê ew şaş maye, li cihê xwe cemidî maye, di wan kêliyan de dijmin jî dengê teqînê dibihîse û fêm dike ku hinek li tepe hene, lewma dest bi avêtina obîsan dike. Çend parçeyên biçûk yê obîsekê li zikê heval Rojhat dikeve. Lê qet nakeve xema wan parçeyan û zêdetir ew di xema Heval Dilovan de ye û dîsa hewil dide ku zêdetir moral bide Heval Dilovan û Heval Hogir û dibêje tişteke ku min bide tirsandin nîne, çend parçeyên biçûkin, lê rewşa Heval Dilovan em gereke zû mudaxele bikin. Heval Rojhat li gel Heval Dilovan dimîne heval Hogir jî, bi lez riya sê saatan dike saatek û nîv da ku agahî bide hevalên tabûrê û heval Dilovan ji wir xilas bikin.
Heya ku hevalên tabûrê digihêjin tepe, dibînin ku Heval Dilovan hîn li ser hişê xweye lê gelek xwîn wenda kiriye. Çend heval yekser wî li ser derbaskê dikin û ji wir derdixînin, hevalên din jî li Heval Rojhat digerin, dibînin ku heval Rojhat li ber sixnaqekê dirêjkiriye. Dema heval diçin gel û gazî dikin dibînin ku…..” Heval Şerda bi deveke lerizokî û bi qirikeke kelegirî got; “Heval Rojhat şe,şe,şehîd bibû”. Hemû yekîneya me bi matmayîbûnekê û bi yek dengî qîr kirin. Gotin têra tarîfkirina wê kêliyê nake.
Mîna ku çiyayek li ser dilê mirovan be, mirov zehmetiya nefes dan û standinê dijî. Mirov nikare bawer bike, hevalê te ku heya beriya çend roj bi te re bû, dîmenên wî hîn li ber çavên tene, dengê wî di guhê te de ye, axaftinên wî di hişê te de ye, çawa dibe ku ji nîşka de tu agahiya ku êdî careke din wî nabîne digre… Heval Rojhat perçeyên biçûk li zikê wî ketibûn, xwîn nehatibû, lê jiber ku pir av vedixwe, dibece. Jê re dibêjin (iç kanama). Lewma Heval Dilovan jî haya xwe ji rewşa Heval Rojhat nebû, wer difikire ku Heval Rojhat razaye, jiber Heval Dilovan bi xwe jî ne di rewşeke ku bi dû Heval Rojhat de bikeve û ew jî naxwaze Heval Rojhat bi rewşa xwe ve bide mijûl kirin. Cenazeyê Heval Rojhat li goristana ku bi xwe tê de xebitî hate veşartin. Ew cenazeyê yekê bû ku kete wê goristanê. Heval Rojhat pir bi lez, kurt û tijî jiyan kir.
Ez bawer û hîs dikim ku hîna kenê Heval Rojhat li Zagrosê olan dide. Bandora şehadeta Heval Rojhat li ser hevalan gelekî kir. Ji bo min bi xwe jî kesayeta Heval Rojhat û buyera şehadeta wî ji heval û buyerên ku herî zêde li ser min bandor kir. Yê ku carek Heval Rojhat bidîta ne mumkun bû ji bîr bikira, îca bi buyereke wiha jî şehadeta Heval Rojhat, mirovan zêdetir bi hêrs dike. Ev hêrs jî sedema soza me di şexsê her hevalek de ji tevayî hevalên me yê şehîd re dibe.
Çavkanî: Kovara Yurtsever Gençlik