NAVENDA NÛÇEYAN- Analîstê siyasî yê ji Belûçistanê Burzkohî, di derbarê şervana azadiyê Zîlan Kurd a ku navê wê yê rast Mahal Belûç e û di 25’ê Tebaxê de li dijî artêşa dagirker a Pakistanê çalakiya fedaî pêk anî, ji ajansa me re nirxandin kir.
“Merqa wê ya ji bo dîrokê û tekoşînê zêde dibe, biryar dide ku wê tevlî pirsgirêkê serdemê nebe û wê li dijî vê sîstema ku wan bênasname dihêle şer bike. Dema ku dor tê hilbijartina navekî ji bo rêxistinê, ew navê kod “Zîlan” hildibijêre. Îlhama xwe ji Zîlan’a (Zeynep Kinaci) ku endama Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo serxwebûna Kurdistanê têdikoşe. Zeynep Kinaci di nav gelên bindest de wek sembola berxwedanê tê naskirin û di nav wan de têkoşîna Kurdan ya ji bo serxwebûna Kurdistanê jî heye. Zîlan (Zeynep Kinaci) di 30’ê Hezîrana 1996’an de ji bo azadiya gelê Kurd li dijî leşkerên Tirk çalakiyeke fedayî pêk anîbû..
Mahal Belûc ji vê sembola berxwedana gelê Kurd agahdar e. Ji bo navê Zîlan Kurd hildibijêre da ku tevgera neteweyî ya Belûç bi gelên din ên azadîxwaz ên cîhanê û bi taybetî gelê Kurd re bide naskirin. Li ser pirsê ku çima ev nasnav hilbijartiye, wiha dibêje,
“Ez dixwazim peyamekê bidim têkoşerên doza serxwebûna Kurdistanê ku em jî wek wan miletekî mêrxas û netirs in û ji bo azadiyê li dijî dijminan şer dikin. Bi çalakiyên xwe dixwazim wan tevgera neteweyî ya Belûç agahdar bikim.”
Van gotinên bi heybet, bi zanîn û bi hişmend radixe ber çavan ku çiqas bi azadiyê ve girêdayî ye. Lê belê, dema ku gotin di nav xêza pêkanînê de neyên nebe, ji xeynî tatmîn kirina kesayet, ew tu ronahiyê nadin şerê azadiya bindestan. Perwerdekarê Brezîlyayî yê navdar Paulo Freire, di pirtûka xwe ya *Pedagojiya Bindestan* de jî balê dikişîne ser girêdana gotin û diyalogê bi çalakiyê. Li gorî wî, heta ku gotin bi lêpirsîn û çalakiyê ve neyên girêdan, serkeftina şoreşê ne pêkan e. Mahal vê rastiyê fam dike û rêya fedakariyê hembêz dike, heta hetayê nemir dibe.
Û dibe ZÎLAN…”