QAMIŞLO – Îro danê êvarê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo li navenda Çand û Hûner a taxa Qudûrbek şevbirkekî derbarê Rêber Apo û tekoşîna Wî de li darxistin.
Jinên Ciwan diyar kirin ku ev çalakî di çarçoveya hemleyên “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” hat li darxistin bi armanca danasîna Rêber Apo ji tevahî jinên ciwan bi awayekî hûnerî û ku wê çalakiyên bi vî rengî berdewam bikin.
Nêzî 20 jinên ciwan, dayîk û zarok tevlî bername bûn.
Di destpêkê de, jinên ciwan ên endamên koma Saz û Awaz a TEV-ÇAND’ê stranên di derbarê Rêber Apo û tekoşîna azadiyê de gotin. Piştî wê, zarokan helbestên bi zimanên kurdî û erebî gotin.
Her wiha, dayîka Emînê ya taxa Qûdûrbek qala serdana xwe ya Rêber Apo li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li Libnanê, di dest pê kê salên nodî de vegot. Dayîka Emîne diyar kir ku wê demê temenê wî hîn 14 salî bû û tekoşîna azadiya Kurdistanê nas nedikir, lê belê piştî wê hevdîtinê heya roja îro li ser ramanên ku ji Rêber Apo girtiye li bajarê xwe ji bo şoreşê dixebite.
Piştre pêşbirkekî bi pirsên li ser jiyana Rêber Apo hat kirin û kesên serkeftî hatin xelatkirin.
Di dawiyê de stran û helbestên şoreşgerî ji aliyê beşdarvanan ve hatin gotin.