NAVENDA NÛÇEYAN-
ZIMNAKO BALAMBO NIVÎSAND…
Divê rastiya PDK û mala barzanî baş were fêmkirin jibo ku rola wan di komploya navnetewî a li ser Rêber Apo de bê diyarkirin. Rêbertî di parêznameyan de li ser nasnameya Tirkîtiyê ‘’Netewperestiya Tirk’’ a ku piştî şerê cîhanê yê yekem li Enetolya di şexsê hukumeta îtihat-terakî û piştre jî komara tirkiyê ya di CHP de pêşket nirxandinên pir balkêş û dîrokî kirin. Rêbertî diyar kir ku ev Tirkîtî ne zîhniyetekê orjînal a hindirê civaka Tirke û ji derveyî îrade û zanabûna Tirk hatiye pêşxistin û komara Tirkiye jî wekî proto-Îsraîl armanc jê avakirin û ewlehiya îsrailê ye. Bi vê ve girêdayî Rêbertî armanc ji avakirina PDK di şexsê malbata barzanî û herêma başûrê Kurdistanê bi heman sedemê ve girêda.
Yanî çawa li Enetolya Tirkê sipî (CHP) ne orjînale û ji aliyê hêzên derve de hatiye înşakirin, bi haman awayî Kurdê sipî (PDK) jî heman polîtîkayê hedef dike. Ev tê wateya ku Kurdîtî (netewpersetiya Kurd) baweriyeke ku ji xweber di nav civaka Kurdan de pêşneketiye. Lewma di nava Kurdan de pir bi zanabûn hatiye pêşxistin. Heta ku PDK weke netewperest binav kirin şaşitiyeke. Şêwazeke netewperestiye ku pir bi baldarî hatiye avakirin û tê araste kirin û naşibe hinek netewperestên vê baweriyê diparêzin. Her çiqas netewperestî zîhiniyetekê netew dewlete û ji aliyê modernîteyê ve hatiye afirandin, lê hem diqada siyasî û civakî de hinek partî û aliyên siyasî û kesasyetan bêy ku ev rastiya netewperestiyê bizanibin bi awayekê apolîtîk bi armanca ku rêbaza herî bibandor û rast a parastina netewa wane li hember netewdewletên din dikevin nava helwestên netewperestiyê. Lê em bala xwe bidinê ev yek jibo PDK ne derbasdare. PDK netewperestî ji bo parçekirina yekpareya civakê û di xizmeta projeya rojhilata navîn ya mezin ku DYE pêşengtiya vê dike de bikartîne.
Ne xwe netewperestiya PDK polîtîke û bi agahî û zanebûn tê werimandin. Ev yek ne jibo berjewendiya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Heta ne ji bo parastina statuya herêma Başûrê Kurdistanê ye. Başe em bipirsin PDK li beramber çi vê yekê dike? Berjewendiya wan di vir de çiye? Bersiv bi qasî ku zelale bi qasî wê jî ji aliyê hinekan ev rastî nayên zanîn. Eşkereye ku malbata Barzanî û partiya wan PDK, tu eleqeya wan bi welatparêziyê ve nîne. Hemû siyaseta qirêj, dek û dolabên ku dimeşîne destpêkê ji bo pilan û projeyên hêzên hegemonîk û emperyalîst li Kurdistanê û herêma rojhilata navîn pêkbînin û piştre jî ji bo qezenca herî zêde û berjewendiyên madî tevdigerin.
PDK û malbata barzanî hêzeke yekdestdar û xayîne tu peywendiya wan bi Kurdbûyînê ve nîne. Heta binavkirina wan bi awayekê yek alî weke netewperest pir qels e. Ji ber vê Rêber Apo, PDK weke hêzekê netewperest yê seretayî pênase kir. Yanî hêzeke di rûkeş û şekil de bi sifeta partya demokrat ya Kurdan, Serokê Kurdan û bavê Kurd û li xwe kirina cil û bergên Kurdî û bi Kurdî axaftinê ve dixwazin Kurdan bixapînin. Lê di cewher de hêzekê şerê taybet yê Gladiyo yê li dijî Kurdbûn, welatê Kurdan, demokrasî û azadiyê tê bikaranîn. Em bala xwe bidinê û welatparêzî bidin aliyekê. Eger birastî jî wekî ku angaşt (idia) dike PDK hêzekê netewperest bûya wê netewperestiya Kurd li beramber dagirkeriya dewleta Tirk a li ser statuya herêma Başûrê Kurdistanê sor kiriba. Ji bo parstina vê destkeftiyê ku bi xwîna Kurdên welatparêzên Başûrê Kurdistanê hatine bidest xistin ketiba nava helwestên netewperestiyê, wekî ku hinek hêzên din yên netewperest ev yek kirin. (netewperestiya objektîf û subjektî heman tişte û dikevin xizmeta modernîteya Kapîtalîst) PDK her roj di çapemeniyên xwe de diyar dike ku PKK ji bo statu û destkeftiyên herêma Başûrê Kurdistanê xeteriya herî mezine û dibêje êrişên artêşa Tirk jî li ser herêmê sedem hebûna PKK ye. Yanî dixwaze bêje ku ew (PDK) naxwazin Başûrê Kurdistanê bê dagirkirin. Lê eger bê dagirkirin jî sedem ne ewin, PKK ye. Başe li vir em bipirsin eger PDK ew çend di xema parstina axa başûrê Kurdistanê deye, çima (……) şunve bi destê xwe xeta di navbera Batufa heya Şêladizê radestî dewleta Tirk kir û dewleta Tirk jî ev xet weke sînorê dewleta xwe diyar kir.
Ev kiryar tê wateya ku cihên ku dewleta Tirk hîna jî dagir nekiriye lê PDK li hember pere qezenckirin, ticaret kirina wan deveran firotiye dewleta Tirk. Niha em dîsa bi pirsin; ya ku li hember statu û destkeftiyên başûrê Kurdistanê bûye xeterî kî ye? PKK, yan PDK bi xwe ye? Bila gelê Kurdistanê vê yekê bersiv bide.
Ev rastiyên ku me li jor anîn ser ziman bi awayekê şênber diyardikin bê ka malbata barzanî û PDK di pêşxistina komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo û di roja îro de berdewam kirina pergala îşkence û qirkirina li ser Rêber Apo xwedî rolekê çawa ye? Tê zanîn ku Rêber Apo bi derketina xwe û avakirina PKK û pêşxistina paradîgmaya modernîteya demokratîk û projeya netewa demokratîk re derbekê mezin hem li hêzên dewletparêz yên herêma rojhilata navîn, hem jî li hêzên hegemonîk ya navendî ku cîhanê bi armanca qezenca herî zêde perçekirin da. Ev xebata mezin ya dîrokî hişt ku dewletên cîhanê di salên destpêkê ya avabûna wê de xeteriya PKK û Rêber Apo ya li ser berjewendiyên wan bi awayekê zelal bibînin. Ji ber ku didîtin ku bê çawa bi saya Rêbertî civaka Kurd û Kurdistanê zindî, bi rih, bi ziman û bi îrade dibe. Ev jî bi temamî li dijî hesabên hêzên berjewendîperest bû ku Kurdistanê di navbera xwe de wekî qesab perçe perçe kiribûn. Wekî ku Prometeus bi beden bûbe û ji qailikên mîtolojiyan derketibe welatên ku bibûn pariyên destê Zeusan, ji destê wan direvîne û dide xwediyên wan. Wan hêzên xedar ku para xwe ji dîroka 5000 sal digrin vê heqîqetê dane qurtandin û bi komployekê navnetewî dîl girtin û li îmraliyê mehkûme pergalekê tund ya îşkence û qirkirin de girtin!
Niha divê were zanîn ku di vê kompoyê de PDK û malbata barzanî xwedî rolekê diyarker û dîrokîye. Her çiqas bê diyarkirin PDK di siyaseta li herêmê de hêzeke ku bi rolekê teng û herêmî radibe jî, teqez ev xapandinek e. Bi sifeta ku hêzeke girêdayî Galdio ya NATO ye, rola wê bêhtire û berfirehtire, yanî PDK hêzekî sîxur ya navnetewî ye. Gava ku komplo li ser Rêber Apo tê pêkanîn PDK bi rolekê navnetewî radibe. Heta roja îro jî ev rola xwe berdewam dike. Başe ev yek çawa pêktê? Eşkereye ku Galdio hêzekê veşartî ya NATO ye ku ji aliyê hêzên nu ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn derketin hat avakirin. Ev hêza veşartî ji bo tasfiye kirina tevger û kesayetên ku li dijî sîstemê radibin erkdar in. Ji pêvajoya avabûna PDK û şunde hemû tevger û kesayetiyên ku xwe parastina hêza xwe ya hundirîn wekî tevgerên çep, sosyalîst, welatparêz û li dijî sîstemê derketin ji aliyê PDK a Galdio yî ve hatin tasfiye kirin, yan jî hatin teslîm girtin û bê bandorkirin. Li Rojhilatê Kurdistanê şerê Komele û bi tenê hiştina Qazî Mihemed û reva wan ya ber bi Sovyet ve, qetilkirina Qasimlo û Şerefkendî, li Başur şerê YNK û hêzên din û bûyera Hekarî û tasfiyekirina femande û pêşmergeyên YNK, derxistina şer navbera hêzên Kurdî de û anîna Tank û zirxên BAAS a li ser Hewlêrê, li Rojavayê Kurdistanê li dijî xeta şoreşgerî û welatparêzî avakirian ENKS, li Bakurê Kurdistanê li dijî xeta çepgerî û welatparêziyê û avakirina tevgerên kontr-gêrîla û qetillkirina D. Şivan û Sait Kırmızı Toprak û hwd hemû bi destê PDK hatin pêkanîn. Bi derektina Rêber Apo û PKK wekî ku qedera şoreşa kurdsitanê hatibe guhertin bi milyonan mirovên Kurd ji nû ve zindîbûn û rastiya xwe û di serî de PDK û dewleta Tirk û rastiya hêzên dewletparêz fêrbûn. Xeta welatparêziyê û xeta xiyanetê tê cudakirin û zelalkirin. Jibo vê Rêber Apo dinirxîne; li Kurdistanê du xet hene xeta PKK û xeta PDK. Yanî li Kurdistanê xeta welatparêziya PKK û xiyaneta PDK heye.
Ji ber van sedeman hema di destpêkê de hêza ku herî zêde ji bo bê bandorkirina Rêber Apo û PKK dikeve tevgerê PDK û şexsê Mesut Barzanî ye. Di vir de hêjayê gotinê ye ku liv û tevgera komplowarî ya PDK û Mesut barzanî ya li hember Rêber Apo tenê di sala 1999 û vir ve destpê nake. Teqez ev yek vedigere pêvajoyên beriya wê. Şehîd xistina kadroyên pêşeng yên PKK, astengkirina bicihbûna gêrîla li Mêrdîn, Botan û Colemêrg, heta beriya 15’ê Tebaxê şexsê Mesut barzanî diçe Şam bi Rêber Apo re hevdîtin dike û jê re dibêje divê ku pêngava 15’ê Tebaxê neyê avêtin û dixwaze Rêber Apo ji avêtina vê gavê poşman bike. Di vir de dîsa îsbat dibe ku PDK û Barzanî bi çi awayî rola komplowarî û Gladyotiya xwe dilîzin!
Lê ruxmê van astengî zehmetiyan Rêber Apo û PKK roj bi roj di çavê gelê kurd, herêmê û cîhanê de mezintir bû. Berovajî vê her ku çû rastiya xiyaneta mala Barzanî û PDK derkete holê û bêhtir rûreş bû. Weke hêzên din yên dinyayê PDK û Barzanî jî bawer kirin ku piştî komploya navnetewî ya li ser Rêbertî, PKK ji holê radikin û PDK û Barzanî wekî yekane partî û lîderê Kurdan derdikevin pêş. Lê rastiyên piştî komployê derketin pir cûdabûn û ev yek bûn sedema hêrsekê mezin ya Barzaniyan. Em dikarin bêjin li hemberî rastiya PKK û Rêber Apo hêza herî bi kîn PDK û Mala Barzaniye. Piştî ku Rêber Apo tê dîlgirtin jî ji bo darezandina Rêbertî, Mesut Barzanî belge pêşkêşî dozgeriya Romayê dike. Heya roja me ya îro jî ji bo bêhtir tund kirina pergala îşkenceya qirkirina li ser Rêber Apo û tasfiye kirina PKK û projeyên xweseriya demokratîk kû di nav civakê de hatine qebûl kirin, PDK û mala Barzanî bi awayê eşkere û veşartî roj û şev dixebitin da ku komployê bighînin encamê.