WÎNTERHUR – Ciwanên li bajarê Winterthûr ê Swîsreyê dijîn, banga çalakiya “Meşa Dirêj” kirin û diyar kirin ku Rêber APO û fikrên wî li hemû cîhanê deng vedaye.
Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de banga çalakiya “Meşa Dirêj” ku wê di navbera 15-20’ê Îlonê de li Bîelefeldê destpê bike û li Dûîsbûrgê bi dawî bibe, kir.
Ciwanan diyar kirin ku dewleta Tirk a faşîst tecrîdeke keyfî û ne rewa li ser Rêber APO ferz dike û gotin: “Dewleta Tirk difikire ku dikare girêdanbûyîna Rêber APO û gel bişkîne. Bi kûrkirina tecrîda li ser Rêber APO dixwazin têkiliyê qut bikin. Lê xuyaye ku Rêber APO û fikrên wî bi pêngava ku daye destpêkirin li hemû cîhanê deng veda.”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bêdengiya dewletên Ewropayê û hat gotin, “Li ser vê bingehê em weke ciwanên TCŞ û TekoJIN’ê bang li hemû ciwan û dostên Kurdistanê dikin ku tevlî vê çalakiya Meşa Dirêj a ku em ê di 15’ê Îlonê de li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê ji bo Rêber APO bidin destpêkirin bibin.”
Daxuyanî wiha dewam kir: “Qêrîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO tê wateya daxwaza azadiya hemû gelan. Heta ku Rêber APO azadiya xwe ya fîzîkî bi dest nexe em ê li her qadê de berxwedanê bidomînin.”
Banga ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe” “Ciwan Fedayîyê Rêber APO ne” bi dawî bû.