NAVENDA NÛÇEYAN- Klîba hunerî ya ‘Egrîce’ ku sê dengbêjên navdar yên jin bi hev re dibêjin û ji aliyê Rêxistina Merziye ve hatiye hilberîn û behsa îradeya azadiyê ya jinê û felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dike, weke klîbeke bi temamî cuda û taybet hate belavkirin.
AGRIJA – Peshawa Ramazan – feat.(Zhulia & Zhiwar husen & Asrin Safary)-(Video Clip) (youtube.com)
Klîba ‘Egrîce’ weke yekemîn berhema Rêxistina Merziyeye ya ji bo pêşxistina şiyanên hunerî yên jinan ku li ser kanala taybet ya Rêxistina Merziye hatiye belavkirin.
Her sê dengbêjên navdarên Kurd yên jin Esrîn Seferî, Jîwer Husên û Julya Husên dibêjin û di heman demê de di klîbê de rol dileyin.
Her wisa karê derhênerî û awazê ji aliyê hunermendê ciwan Pêşewa Remezan hatiye kirin û gotinên klîbê jî ji alyê Seher Mûêzî ve hatiye nivîsin.
Şêwazê klîbê bi temamî ji şêwazê klîbên hunerî yên Başûrê Kurdistanê cuda hatiye kişandin ku 41 kes weke rol di klîbê de dileyîzin. Derhênerê govend û leyistinên di klîbê de ji aliyê mamosta Firyad Hesen ve hatiye kirin.