MEXMÛR – Bi coş û germahiyêk mezin bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûr (TJCM) Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo bîranîna şehîd Tolhildan Qendîl ê ku 17’ê Îlona 2023’yan di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Pêncewînê şehîd bû, tûrnûvaya santrancê hate lidarxistin.
Tûrnûva li navenda tevgera Ciwanên Mexmûrê destpê kir. Qasî 25 lîstokvan beşdarî tûrnûvayê bûne.
Beriya ku lîstikvan dest bi lîstikê bikin, ji bo bîranîna tevahî giyanê şehîdan deqeyek rêz hat girtin.
Piştî rêzgirtinê, yek ji organîzatorên pêşbirkê Zîlan Yilmaz axivî. Yilmaz şehîd Tolhildan Qendîl bi bîr anî û ev tişt got: “Şehîd her tim di kûrahiya dilê me, fikir û hizrên me de lûtkeya herî bilind e. Şehîdan bi xwîna xwe dara azadiyê av dane û her tim rê nîşanî me dane.”
Zîlan Yilmaz di axaftina xwe de bal kişand ser jiyan û têkoşîna şehîd Tolhildan Qendîl jî.
Piştî ku Guhdar Yuksek quralên lîstikê bi pêşbirkvanan da naskirin, lîstok destpê kir. Di lîstokê de bi taktîk û rêbazên cuda hatin bikaranîn û di encamê de yên serketî jî binketî jî peyama “Şehîd Namirin” dan.
Turnuvaya ku ji bo bîranîna Şehîd Tolhildan Qendîl tê lidarxistin wê roja xwe ya duyemîn de berdewam bike.