NAVENDA NUÇEYAN- Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz (Yurtsever Genç Kadın) bi temaya “Tolhildana Şoreşgerî” di hejmara îlon- Cotmeh de bi xwînerên xwe re ye.
Kovar bi hejmara nû ya bi dirûşmeya “Em bi Tolhildana Şoreşgerî Sîstema Qirkirinê Bişkînin û Bi Rêbertiya Azad ber bi Şoreşa Jinê ve Bimeşin” bi we re ye.
Kovar di çarçoveya temaya “Tolhildana Şoreşgerî” de gelek gotar, analîz, nirxandin û nêrînên xwe pêşkêşî we xwendevanên birêz dike, ku tê de behsa Komploya 9’ê Cotmehê, Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin û her wiha 12’ê Îlonê tê kirin.
“Perspektîfa Rêbertiyê ya bi navê “Zayîna Seyemin” û perspektîfa jinên ciwan a bi navê “Dem hatiye ku jinên ciwan bi ruhê berxwedanê li dijî zîhniyeta komploger ber bi serketinê ve bimeşin” ruhê şoreşgerî yê tolhildana jinên ciwan di vê pêvajoyê de bi rê ve dibin.
Di beşa dosyayê ya kovarê de du nivîsên cihê hene, rastiya fedakariya şehîd Vejîn Jiyan di beşa portreyê de cih digire.
Her wiha di vê hejmarê de nivîsa Roşan Semsûr jî cih girt.
Kovara Jina Ciwan a Welatparêz bi naveroka xwe ya dewlemend û mijarên cihêreng wê bi we re be.
Hûn dikarin li navnîşanên jêrîn xwe bigihînin kovarê.
https://t.me/jinenciwanturk
https://t.me/yurtsevergenckadin
Kovar bi PDF: dflip id=”209577″][/dflip