REQA– Di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan de li Reqa komxebatek li ser “Rêbertî û Ciwan” hate lidarxistin.
Komxebata ku bidehan kes tevlî bû, bi deqeyekî rêzgirtin ji bo şehîdên azadiyê despêkir. Ji aliyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Muhemed Kerîm, bi axaftinekî kurt ve xêrhatina beşdarvanan kir û naveroka komxebatê da nasîn.
Piştî axaftina vekirinê Mazlum Tebqa behsa tekoşîna Rêbertî û berxedana ku naha li Îmraliyê dimeşîne kir û wiha got:
“Rêber APO hemû kêliya jiyana xwe ji bo azadiya gelên bindest tekişînekî bê hempa meşand û naha jî dimeşîne. Teqeze ku serkeftina vê tekoşînê wê azadî û aşitiyÊ bîne Rojhilata Navîn û cîhanê. Ji ber yekane çareseriya pirsgirêkên rojhilata navîn -di nav de şerê Ereb, Cîhû, metîngeriya dewletên Rojava û hwd.- Rêber APO ye. Ji bo vê yekê naha wekî gelê Bakûr û Rojhilatê Sûrî, Kurd û Ereb jî di nav de, divê armanca me ya yekemîn tecrîd şikandin û Rêber APO fîzîkî azad kirin be.”
Li dû nirxandina Mazlum Tebqa beşdarvan tevlî nîqaşê bûn û mijara di azadiya fîzîkî ya Rêber APO de erkên ku dikevin ser milê ciwana vegotin. Hemû beşdarvan soza pêkanîna van erkan da û anîn ziman ku divê em wekî ciwan xwe û derdora xwe li ser fikir û felsefeya Rêber APO perwerde bikin. Beşdarvanekî wiha got:
“Dewleta Tirk a faşîst bi giranî ciwana hedef digire, ji ber ku Rêber APO got, “Ciwan bingeha civakê ne û yên ku dikarin îdeolojiya kapîtalîzmê têk bibin, ew in” Ger em jî xwe li ser felsefeya Rêber APO perwerde nekin emê kêrî dijmin werin. Weke Rêbertî jî got, “Me bi ciwanan dest pê kir. Emê bi ciwantî jî serbikevin.”
Hat destnîşan kirin ku wê xwe û gelê xwe li ser fikra netewa demokratîk perwerde bikin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê APO wê bi hêzeke mezin têbikoşin.