NAVENDA NUÇEYAN- Şoreşa 19’yê Tîrmehê ku li herêmê û cîhanê deng vedaye, di qada çand, huner û sînemayê de jî zihniyetek nû di afirîne. Xebatên wekî muzîk, şano, govend, sînema û şêwekariyê ku ji destpêka şoreşê ve tên meşandin, di sala 13’an de ji bo asta pisporî û afirîneriyê tên veguhestin. Bi vê mebestê wê di meha cotmehê (2024) de Peymangeha Bilind a Hunerî ya Rojava bê vekirin.
Amadekariyên peymangehê bi pêşengiya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) û bi desteka Zanîngeha Rojava, ji aliyê Desteya Çandê ya Bakûr û Rojhilatê Sûryeyê ve tên meşandin.
Peymangeh wê girêdayî Desteya Çandê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê xebatên xwe bimeşîne û navenda wê li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê be.
Çavkanî: ANHA