NAVENDA NÛÇEYAN – HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku li dijî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê şeva 4’ê Îlonê li Sanayiya Karşiyaka ya Edeneyê/Yuregir/Güzelevlerê Mîlîsên Orhan Cîhat Bîngol bi hevdemî 3 kargeh şewitandin.
HBDH’ê diyar kir ku di encama çalakiyê de 8 kargeh xisar dîtine û kargehên ku berhemên buro, kirtasiye û mobîlyayan difiroşin bi temamî bûne ax.
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:
Tevgera Azadiyê ya Kurd ku li hemberî polîtîkayên îmha û înkarê yên sedsalî têdikoşe, bi berxwedana xwe ya nîv sed salî ve dewleta Tirk a faşîst anî asta ku bingehên wê bihejîne, bibe hêviya gelên bindest û mêtinger ên li Rojhilata Navîn û cîhanê. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a kolonyalîst bi desteka hêzên kapîtalîst û hevkarên herêmî êrîşên li ser çar parçeyên Kurdistanê zêde kiriye û li dijî gerîla her cure sûcên şer û çekên qedexekirî jî di nav de bi kar tîne. Tecrîdeke girankirî li ser Rêbe APO ferz dike. Êrîşên qirkirina çandî û fîzîkî li ser gelan pêk tîne. Li aliyê din gerîlayê Kurdistanê ku bi vîn û hişmendiya APO’yî li dijî dagirkeriyê têdikoşe, dîroka lehengiyê dinivîse.
Em ê hesabê her rêhevalê xwe yê di têkoşîna me ya şoreşgerî de ku bedelên mezin tê de daye bipirsin. Em bang li her kesî dikin ku heta dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li ser van xakan têk biçe, çalakiyan lidar bixin.
Hemû ciwan derbasî nava refên HBDH’ê bibin!
Bijî HBDH!
Bijî Têkoşîna me ya Yekgirtî!
Tecrîd û Dagirkeriyê bi dawî bikin!