AMÛDÊ– Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Amûdê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de bi dirûşmeya “Li dijî Îxanet û Dagirkeriyê Emê Şerê Azadiyê Serbixin” meşek girseyî hate lidarxistin.
Di meşa ku bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Ciwan Fedayê Rêber APO ne” destpê kir de pankartên Rêber APO hatin rakirin. Ciwanên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO daxwaz kirin, di tevahiya meşê de bê navber dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê qîriyan.
Ciwanan destnîşan kirin ku ew ê ji her demê zêdetir li qadan bin û ew ê têkoşîna xwe bilind bikin.