Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Li Almanyayê Şehîd Gulîstan û Şehîd Hêro hate bîranîn

Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di 23’yê Tebaxê de li nêzî navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê ji aliyê balafira bêmirov a dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li Bergîsch Gladbachê hatin bibîranîn.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
08/09/2024 - 21:49
di nav Biranîna Şehîdan, Ewropa, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Li Almanyayê Şehîd Gulîstan û Şehîd Hêro hate bîranîn
ParvekeTweet

BERGÎSCH- Ji bo rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di 23’yê Tebaxê de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de hatibûn qetilkirin, li bajarê Bergîsch Gldabach ê Elmanyayê çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

Xwişka Gulistan Tara ya mezin Ulkem Îsem, xebatkarên Çapemeniya Azad, rojnamevan, nûnerên saziyên Kurd ên demokratîk li Elmanyayê, gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî merasîma bîranînê ya li eywana Saal 2000 hat lidarxistin bûn. Li eywana bîranînê wêneyên rojnamevanên hatin qetilkirin Gulistan Tara û Hêro Bahadîn û wêneyên rojnamevan û aktîvîstên jin ên di êrîşên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk hatin qetilkirin, hatin daliqandin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Di bîranînê de ewilî xwişka rojnamevan Gulistan Tara, Ulkem Îsem axivî. Ulkem Îsem bal kişand ser bertekên li Kurdistanê yên li ser qetilkirina Gulistan Tara û diyar kir ku ev bertek nîşan dide ku xebatên Gulistan û hevalên wê bê çiqasî girîng e. Ulkem Îsem bi bîr xist ku her qasî cenazeyê Gulistan danê êvarê gihîşt Êlihê jî ji aliyê girseyeke qelebalix ve hat pêşwazîkirin û got ku ev komkujî li her çar parçeyên Kurdistanê rastî bertekeke mezin hat. Ulken Îsem anî ziman ku hevgirtineke hevpar a ku gelê Kurd hesreta wê ye di şehadeta Gulistan de derket holê.

BI KOMKUJIYAN TÊ XWESTIN KU DENGÊ HEQÎQETÊ BÊ QUTKIRIN

Piştre li ser navê KOMAV’ê Dayika Şengê axivî. Dayika Şengê qetilkirina kedkarên Çapemeniya Azad şermezar kir û diyar kir ku dengê Çapemeniya Azad dengê têkoşîna mafan e û bi komkujiyan re tê xwestin ku ev deng bê qutkirin. Şengê destnîşan kir ku Çapemeniya Azad bi salane li dijî zext, girtin û komkujiyan bûye dengê heqîqetê û bang li parêzvanên mafên mirovan û saziyên çapemeniyê yên navneteweyî kir ku li dijî van komkujiyên li dijî Çapemeniya Azad xwedî helwest bin û wan biparêzin.

ISRARA GULISTAN A LI SER PARASTINA HEQÎQETÊ JI BO HEMÛ KURDISTANIYAN RÛMETEKE MEZIN E

Di bîranînê de li ser navê Înîsiyatîfa Rojnamevanên Kurdistanê û ROJÎN Ronî Eylem axivî. Ronî Eylem diyar kir ku israra Gulistan a di parastina heqîqetê de ne tenê ji bo malbat û hevalên wê, ji bo hemû Kurdistaniyan rûmeteke mezin e. Ronî Eylem destnîşan kir ku Gulistan nûnera girîng a çanda berxwedanê ye ku di dîroka têkoşîna Çapemeniya Azad de li dijî komkujî, girtin û zextan hatiye pêşxistin û anî ziman ku wêrekî û berxwedana wê di têkoşîna heqîqet û azadiyê de semboleke. Ronî Eylem anî ziman ku ew tenê ne rojnamevan bû, di heman demê de ew dengê gel û parêzvana heqîqetê bû.

Ronî Eylem destnîşan kir ku rojnamevan Hêro Bahadîn di temenê xwe yê biçûk de li ser çanda Çapemeniya Azad xwe pêş xist û got ku Gulistan Tara mamosteya herî mezin a Hêro Bahadîn bû û bi şopandina şopa wê ew jî bû parçeyek heqîqetê.

TILIYA MALBATA BARZANÎ DI KOMKUJIYÊ DE HEYE

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Pero Dundar axivî û diyar kir ku Gulistan Tara û Hêro Bahadîn parêzvanên bê hempa yên kevneşopiya Çapemeniya Azad a berxwedanê ne û got ku hewldanên dewleta Tirk ên ji bo bêdengkirina heqîqetê wê bê encam bimîne. Pero Dundar anî ziman ku sedema êrîşên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad, siyasetmedarên Kurd û welatparêzên Başûrê Kurdistanê, xiyaneta malbata Barzanî ye. Pero Dundar destnîşan kir ku bi xiyaneta Barzaniyan sînorên Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine hilweşandin û bi piştgiriya îstixbaratê kedkarên têkoşîna azadiyê hatin qetilkirin. Pero Dundar anî ziman ku Gulistan weke rojnamevanekê li 4 parçeyên Kurdistanê parêzvaniya heqîqetê kir.

Piştre sînevîzyona li ser têkoşîna Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatibû amadekirin hat pêşandan. Piştî sînevîzyonê hevalê Hêro Bahadîn rojnamevanê ji Silêmaniyê Rêz Letîf axivî.

Rojnamevan Arzû Demîr jî qetilkirina rojnamevanan şermezar kir. Arzû Demîr bi bîr xist ku ew rojnamevaneke Tirk e û got ku rizgarî ancax bi têkoşîna hevpar a gelê Kurd û gelê Tirk dikare pêk were. Arzû Demîr got ku ew ê bi ked û xebata bimeşînin bîranîna Gulistan û Hêro her tim bi zindî bihêlin.

Piştî axaftinan hunermend Bermal Çem ji bo bîranîna Gulistan Tara û Hêro Bahadîn stran gotin. Piştî stranan merasîma bîranînê bi dawî bû.

 

1 Ji 15
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

13.

14.

15.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Amûdê ciwan li dijî îxanetê meşiyan

Nivîsa Pêş

Li Stûttgartê bi pêşengiya TCŞ û TekoJin Meşa “Ji Rêber APO re azadî”

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Li Stûttgartê bi pêşengiya TCŞ û TekoJin Meşa “Ji Rêber APO re azadî”

Li Stûttgartê bi pêşengiya TCŞ û TekoJin Meşa "Ji Rêber APO re azadî"

Serxistina Azadiyê bi fêmkirina Rêber APO dest pê dike

Serxistina Azadiyê bi fêmkirina Rêber APO dest pê dike

Manşet

  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.