STUTTGART –Bi pêşengiya TCŞ û TekoJin de di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî ” li Stuttgartê meşek hat lidarxistin.
Gel li Lautenschlagerstrasse li hev civiya û bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest bi meşê kir.
Di daxuyaniya li ser navê TCŞ’ê ya di meşê de hat xwendin de bal hat kişandin tecrîda ser Rêber APO. Hat destnîşankirin ku Rêber APO nûnerê siyasî yê gelê Kurd e û di şexsê wî de êrîşa li ser hebûna tevahî gelê Kurd hatiye kirin. Hat diyarkirin ku saziyên navneteweyî yên wekî CPT, Konseya Ewropa û DMME’yê berpirsyariya xwe bi cih neanîne.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, “Em li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn aştî û çareseriya demokratîk dixwazin. Em di wê baweriyê de ne ku Rêber APO bi feraseta xwe ya netewa demokratîk garantiya çareseriyê ye. Divê îşkenceya li derveyî mirovahiyê ya tecrîdê li ser wî tê kirin bi dawî bibe û weke hevkarê çareseriya siyasî bê qebûlkirin! Em weke ciwan, çi bi eslê xwe Kurd be, çi bi eslê xwe netewek ditir be em ji bo azadiya Rêber APO têdikoşin. Em bang li hemû gelan dikin ku bêdengiyê bişkînin.”
Her wiha di daxuyaniyê de Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO banga berfirehkirina têkoşînê hate kirin.
Di meşê de timî dirûşmên “Be Serok Jiyan Na Be”, “Hoch die Internationale Solidarität”, “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Meş li Rötebûhlplatzê bi dawî bû.