NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Rizgariya Efrîn’ê (HRE) nasnameya şervanekî HRE û hemwelatiyekî ku di 7’ê Îlon’ê de di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd ketine eşkere kir.
Daxuyaniya HRE wiha ye:
Rêhevalê me Kemal Pîr û hemwelatiyê me Xalid Mihemed tevlî karwanên nemiran bûn
Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Gelê Kurd ê ku xwediyê vê axa herî qedîm e ji dîrokê vir ve her demê bi polîtîkayên êrîş, qirkirin û îmhayê re rû bi rû maye an jî hatiye hiştin. Dewlemendiya sererd û binerd, çandî û erdnîgarî ji bo dijmin bûye cihê çavberdan û dagirkirinê. Bi derketina şewq û ronahiya Rêber APO ve bi taybetî tespît û analîza ku Rêber APO kirî û got ‘Kurdistan mêtingeh e’ bi xwe re meşa azadiyê da destpêkirin. Gelê me yê li ber tunebûnê bû hebûna xwe di fikr û felsefeya Rêber APO de dît. Xwe ji xweliya xwe ji nûve avakir, zindî û geş bû. Bajarê me yê Efrînê jî yek ji wan bajarên Kurdistanê ye ji bo meşa me ya azadiyê bigihîje serkeftinê bi awayekî bê hempa bi dayîna berdelên giranbuha ve cihê xwe di nava têkoşîn û berxwedanê de digirin.
Rêhevalê me Kemal Pîr ku zarokê Efrîna rengîn a berxwedêr û serhildêr e, li navçeya Reco di malbatekî welatparêz ku bi çand û nasnameya xwe yê kurdayetî ve girêdayî ji dayik dibe. Bi saya terbiyeya ji malbata xwe vergirtî û bi çanda Kurd a kevnar ve girêdayî, bi rengekî dilsozê cewhera xwe mezin dibe. Bi destpêkirina Şoreşa Azadiyê a Rojava ku hevrêyê me hîn ciwan bû, di nava şoreşê de mezin dibe. Bi taybetî bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker dema El Nusra- DAÎŞ û her wiha komên cûda ên xwînmij êrîşên xwe tînîn ser gelê me, rêhevalê me Kemal Pîr jî berê xwe dide çeperên şer. Rêheval Kemal dizane ku bi saya tekoşînekî xurt û bi îradeyekî mezin dikare gelê me li hemberên êrîşên dijmin biparêze li ser wan esasan tevlî gelek pêngavên şer dibe. Di van pêngavan de tecrûbeyekî girîng a şer werdigire. Di rastî û heqîqeta welatê me de hevrê Kemal dibe şervanekî têr û tije, di her waran de dixwaze xwe jîr û zana bike da ku bikaribe bi awayekî xurt ji dijmin û xayînan re bibe bersiv.
Hem di warê biranşên leşkerî de xwe kûr dike, di heman demê de jî xwe di warê birdozî û çanda leşkerî de zane dike, her tiştên nû fêr dibe bi derdora xwe ra jî parve dike. Ji ber van taybetmendiyên xwe yên jîr û zana di nava hevrêyê xwe de bi coş û kelecan tê hezkirin. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2018’an de êrişa dagirkeriyê anî ser Efrînê, hevrêyê me tevlî eniyên herî pêş dibe, li kêleka hevalên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên wî di eniyên cengê de şerê azadî û rumetê didin meşandin. Rêhevalê me Kemal ji roja ku tevlî bûye heya kêliya dawî bi xeyal û armancekî mezin tevlî meşa azadiyê bû. Di refên herî pêş de di cih û demên herî zehmet de bê fikar bi erka xwe rabû. Ji bo gelê me carekî din jî vegere ser xaka xwe, ji bo dawî li zilm û dagirkeriya li ser axa me were, her demê bi awayekî fedaî, bi fedakarî bi ser erk û wezîfeyên demê ra çû. Rêheval Kemal li herêma Efrînê kar û xebatê xwe dida meşandin. Di dîroka 7’ê Îlona 2024’an de dema li ser erka xwe bû şehîd ket.
Her wiha dîsa 7’ê Îlonê, li navçeya Şera a girêdayî Efrînê hemwelatiyê bi navê Xalid Mihemed dema ku kar û xebatê xwe dida meşandin, di êrîşa dijmin ê hovane de şehîd dikeve û dibe şehîdê kedê. Di malbatekî welatparêz û bi çanda xwe ve girêdayî jiyan dike, li ser van esasan jî kedekî bê hempa ji bo gelê xwe dide raberkirin da ku gelê me vegere li ser xaka xwe.
Em weke Hêzên Rizgariya Efrînê, sersaxiyê ji malbatên hêja ya hevrê Kemal Pîr û şehîdê kedê Xalid Mihemed û ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Soza me daye gelê xwe û şehîdên xwe careke din dubare dikin ku weke hevrêyên leheng ên mîna Kemal Pîr û kedkarê mîna Xalid Mihemed têbikoşin da ku bajarê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin.
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Kemal Pîr
Nav û Paşnav: Loqman Henan
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Reşîd
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 7’ê Îlona 2024
Nav û Paşnav: Xalid Mihemed Mihemed
Navê Dayikê: Xaliye
Navê Bav: Mihemed
Cih û dîroka Şahadetê: Herêma Efrînê / 7’ê Îlona 2024
Hêzên Rizgariya Efrînê
8’ê Îlona 2024