NAVENDA NÛÇEYAN- Cendermeyên Tirkiyeyê li ser sînorê di navbera Bakurê Kurdistanê, Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bi taybet li nêzî bajarê Kobanê di dema derbasbûna ber bi Bakurê Kurdistanê ve, îşkence li 8 ciwanan, 2 zarok di nav de, kir.
Piştî ciwan bi lêdana qurbacê, kehrebe, şewitandinê ji hêla cendermeyên Tirkiyeyê ve zêdetirî 7 saetan hat îşkencekirin, ew avêtin aliyê rojavayê bajarê Kobanê. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew rakirin nexweşxaneyê.
Çavkanî: ANHA