AMED– Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) di 8’ê Îlonê de li navçeya Amed Ofîsê bazirganê tiryakê B. Dogru ku ji aliyê dewletê ve ji bo jehrî kirinanciwanên Kurd hatibû erkdarkirin, binçav kir. Milîsên MAKê piştî lêpirsînê ew kes ceza kirin û birîndar kirin.
Daxuyaniya çalakiyê wiha ye:
“Milîsên MAK’ê li Amedê tiryakfiroşekî lêpirsîn û ceza kir.
Milîsên me 8’ê Îlonê saet 04.00’ê sibehê li navçeya Amed Ofîsê firoşkarê tiryakê yê bi navê B. Dogru binçav kirin. Kesê ku li herêmê dermanên tiryakê ji bo jehrîkirina ciwanan difirot, ewil ji aliyê Milîsên me ve hat lêpirsîn. Di lêpirsînê de gelek agahî hatin girtin ku dewlet û ajanên şerê taybet şebekeya narkotîkê çawa kontrol dikin, ciwanan çawa dixin nava vê jiyana qirêj, di nava vê torê de kî din û çawa tevdigerin.
Di encama çalakiyê de ji kesê bi navê B. Dogru hin tiryakên krîstal, pere, telefon û çek hatin desteserkirin. Dema milîsên me dermanên ku hatibûn desteserkirin îmha dikirin, çeka ku li wî hatibû dîtin desteser kirin. B. Dogru ê ku ji bo şerê taybet nekeve hişyariyê, piştre hat cezakirin û birîndar bû.