NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên enternasyonalîst ên ku hilkişiyan li ser çiyayên Alp ên Swîsreyê bi dîmenê ku kişandine ve bang li ciwanên Kurd û Enternasyonalîst kirin ku tevlî çalakiya “Meşa Dirêj” a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bibin.
Ji bo Meşa Dirêj a ku wê di navbera 15-20’ê Îlonê de li eyaleta Nordrhein-Westfalen a Elmanyayê (NRW) bê lidarxistin, ciwanan diyar kirin ku rizgariya ji hawîrdora kaotîk a ku cîhana îro tê de dijî, di paradîgmaya Rêber APO de ye.
Ciwanan di dîmenê bangawaziyê de bal kişandin ku Şerê Cîhanê yê 3. ne tenê di navbera dewletan de, di heman demê de li dijî civakan şer tê meşandin û gotin, “Azadiya fîzîkî ya Rêber APO wê bibe çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn. ”
Daxuyanî wiha ne;
“VEJÎN DI FÎRÊN RÊBER APO DE YE”
“Tiştê ku em îro wek ciwan li çar aliyê cîhanê dibînin, cîhanek di nav kaosê de ye. Şerê ku navenda wê Rojhilata Navîn e, ne tenê şerê dewletan e, di heman demê de şerê li dijî civakê ye. Em vê yekê di bi sedan îdamkirina jinên têkoşer û ciwan ên li Îranê de, di polîtîkaya qirkirina gelên ku li Kurdistanê li dijî faşîzm û dagirkeriyê têdikoşin û her wiha di heman polîtîkaya qirkirina gelên li Filistînê de dibînin. Ev şerê ku niha li gelek deverên cîhanê belav bûye, şerekî ku her roj hovtir dibe. Li ser vê yekê êrîşên kapîtalîzmê yên li ser ciwanan jî xurtir dibin û dixwazin hêza demokratîk û şoreşger a ciwanan bikujin. Lê em di heman demê de bawer dikin ku em dikarin di vê dema kaosa mezin de rêyên ji nû ve zayînê bibînin. Ji ber vê yekê em vê derfetê di azadiya fîzîkî ya Rêber APO de weke çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û çareseriya aştiyane ya Rojhilata Navîn dibînin.”
“ME CIWAN DESTPÊ KIR, EM Ê CIWAN SERKEFTIN”
“Li dijî rejîmên faşîst ên mîna dewleta Tirk helwestek zelal tê wateya azadkirina jin û tevahî civakê ji zincîrên baviksalarî û zîhniyeta dewletparêz. Û di heman demê de, ev tê wateya şerkirina ji bo ramanek nû ya hevsengiya ekolojîk. Li ser vê bingehê em ciwanên Fransa û Îtalyayê ku li ser heman rêya partîzanan dimeşin, we vedixwînin tevlî Meşa Dirêj a ku ji aliyê Kurdistanî û enternasyonalîstan ve tê organîzekirin, ku wê di navbera 15-22’ê Îlonê de li Elmanyayê bê lidarxistin!
Em ciwanên li Kurdistanê ku li dijî faşîzmê têdikoşin silav dikin! Em xwendekarên Bangladeşî yên li dijî zilmê şer dikin silav dikin! Em ciwanên cîhanê yên ku li dijî baviksalarî, kolonyalîzm û demokrasî û azadiyê têdikoşin silav dikin. Di heman demê de em têkoşîna Rêber APO a di bin şert û mercên herî giran ên tecrîdê de silav dikin û bi vî ruhî dibêjin:
‘Me ciwan dest pê kir û em ê ciwan bi ser bikevin!’