BEHDÎNAN- Navenda Ragihadin û Çapamenîya HPG bi daxuyaniyekî ve agahîyên li ser çalakî û êrîşê dewleta Tirk a dagirker parvekir.
Daxuyanî wiha ye:
Ji çapemenî û raya giştî re!
Agahiyên li ser çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
1. Herêma Xakurkê;
🔸 9’ê Îlonê saet 13:00 û 14:00’an de li qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Hêmin, dagirkeran bi çekên giran hedef girtin û gulebaran kirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
🔸 9’ê Îlonê saet 15:50’î de li herêma Berxwedanê ya Lolanê, dagirker bi çekên giran hatin gulebarankirin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin.
2. Herêma Metîna;
🔸 9’ê Îlonê saet 23:10’an hêzên me li Herêmên Berxwedanê yên Dergelê û Bêşîlî li helîkopterên dagirkeran xistin. Di encama vê destwerdana hêzên me de 1 helîkoptera êrîşê hate derbkirin û neçar ma ji qadê derkeve.
🔸 10’ê Îlonê saet 00:30’î hêzên me li herêma Berxwedanê ya Şêlazê li helîkoptera dagirkeran xistin. Di encama vê destwerdana hêzên me de 1 helîkoptera êrîşê hate derbkirin û neçar ma ji qadê derkeve.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî;
🔸Di 9’ê Îlonê de tunelên me yên li herêma Berxwedanê ya Girê FM 3 caran bi teqemeniyên qedexe hatin bombekirin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
🔸 Di 10’ê Îlonê de qada niştecihbûna Girê ya herêma Xakurkê carekê, herêma Şehîd Delîl Batî Zapê 3 caran; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 4 caran hate bombekirin.
🔸 Di 9’ê Îlonê de Herêmên Berxwedanê yên Lolan, Girê Şehîd, Şehîd Şerîf ên herêma Xakurkê 5 caran, Herêmên Berxwedana Serê Metîna, Dergelê, Bêşîlî yên herêma Metîna jî 8 caran ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatin bombekirin.
10 Îlon 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê