MEXMÛR– Dewleta Tirk a dagirker carek din wargeha penaberan ya Mexmûrê bombebaran kir, di encama êrişa hovane de 3 dayîk ji deng û hêza wê bandor bûn. Tê gotin rewşa dayikek nebaşe.
Balafirek bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker di saet 17:05’an de malek li wargeha penaberan ya Mexmûrê bombebaran kir.
Li gorî agahiyên ku hatine standin, di encama êrişa hovane de 3 dayikên bi navê Gulê Ozek, Edîbe Paksoy û Ezime Kabul ji deng û hêza guleya balafirê bandor bûn.
Li gorî agahiyên hatine standin, rewşa dayikek nebaşe û niha nexweşxaneyê tên tedawî kirin.
Xelkê Mexmûrê li ber derê nexweşxaneyê rawestiyaye.