NAVENDA NÛÇEYAN-
Berî her tiştî divê mirov hewl bide ku Şerê Gel ê Şoreşgerî rast pênase bike û fêm bike. Em weke gelê herî qedîm ê berxwedêr ê dîrokê em hê jî li ser pîvana parastina xwe ya gelê Kurd nîqaş dikin û dixwazin vê yekê bi awayekî herî rast pêk bînin. Helbet ev ne xelet e. Lê weke gel û jin, beriya her tiştî divê em rewşa ku tê de ne, fêm bikin. Em careke din rewşa ku pergala kapîtalîst di şexsê gelan û jinan de aniye serê mirovahiyê, bi zelalî dibînin. Hemû êş û pêkanînên krîza pergalê û serdema kaosê rasterast bandorê li me dike. Rewşa herî berbiçav ya van encaman Kurdistan e.
Ji bo her hebûneke zindî û madî xweparastin pêwîst e. Ji ber ku civaka Kurd hebûneke zindî û madî ye, ji bo vê civakê jî parastina hebûna xwe pêwîste. Mafê ewlekarî û parastinê ji tu kesî re nayê dayîn. Çawa ku her zindî parastina xwe bi xwe dike, divê hemû beşên civakî jî parastina xwe bikin.
Ji bo ku Şerê Gel ê Şoreşgerî rast were fêhmkirin, pêwîste ku bi kurtasî serdemên ku em di nav tevgerê de derbas bûne û stratejiyên şer werin fêm kirin. Tê zanîn ku qonaxa yekem a stratejîk, serdema partîbûnê ye. Serdema avakirina berxwedanê ya li ser xeta fedayî, israra di jiyana azad û demokratîk de bi şikandina hevkarî, teslîmiyet û xiyanetê bû. Bi pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an re pêvajoya pêkanîna vê stratejiyê hate pêşxistin. Ji vê re “Stratejiya Şerê Gel ê Demdirêj” hate gotin. Bi giştî stratejiya têkoşînê ya şerên rizgariya neteweyî îfade dikir. Armanca Şerê Gel ê Demdirêj pêşîlêgirtina rejîma qirkirinê, komkujiyên rejîma 12’ê Îlonê û bi derbkirina rejîma qirkirinê re parastina hebûna Kurd bû. Bi parçekirina rejîma leşkerî ya faşîst a 12’ê îlonê û rejîma qirker a mêtinger ya xwe spartiye wê, wê azadiya Kurd bihata afirandin. Sîstema dewleta demokratîk a ku pirsgirêka Kurd çareser bike wê bihata avakirin.Di wê demê de paradîgmaya ku yekemîn bernameya PKK’ê ew esas digirt paradîgmaya dewletparêz bû. Dihate pêşbînîkirin ku azadî û rizgariya neteweyî û azadiya civakî jî bi avakirina dewleteke demokratîk ve girêdayî ye. Stratejiya Şerê Gel ê Demdirêj ji bo avakirina Kurdistaneke serbixwe, yekgirtî û azad hatibû pejirandin.
Ev şer weke sê qonaxên stratejîk hate pênasekirin: qonaxên parastina stratejîk, hevsengiya stratejîk û êrîşa stratejîk. Têkoşîna pêvajoya parastina stratejîk weke şerê gerîla hate pênasekirin. Ger di dema hevsengiya stratejik de serhildanek pêk bihata, wê serhildana gel bihata destpêkirin. Eger ev şert nebûna, wê aliyê leşkerî rasterast derketiba pêş, artêşên mezintir bihatana birêxistinkirin, bi derbasbûna şerê parastinê, şerê gerîlayî û artêşên rêkûpêk ve ber bi şerên êrîşên mezin ve wê artêşên dijmin bihatana têkbirin û dewleta mêtinger bihata hilweşandin.
Erkên sereke yên vê serdemê ji gerîla re dihate spartin. Gerîla şerê leşkerî dikir, propaganda dikir, gel perwerde dikir û bi rêxistin dikir. Ruhê berxwedanê yê ku gerîla afirand, psîkolojiya tirs û teslîmiyetê ya di sala 1980’an de di nava gel de hatibû çêkirin hilweşand û ruhê Şoreşa Vejîna Neteweyî derxist holê. Bi vî awayî hêza gerîla mezin bû û bû artêş. Di sala 1993’an de bi agirbestê re di çareseriya pirsgirêka Kurd de rêbazên demokratîk û siyasî ketin dewrê. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi dewleta Tirk re bi rêbazên siyasî re serdemeke nû ya stratejîk dest pê kiribû. Agirbesta 1993’an îfadeya vê bû. Yanî li ser esasê vekirina pêşiya têkoşîna siyasî, peydakirina çareseriyeke li ser esasê lihevkirin û têkoşîna demokratîk dihate xwestin. Bi vê yekê re paradîgmaya dewletparêz nedihat derbaskirin, lê bi rêbaza lihevkirinê pêvajoyeke nû ya stratejîk hate destpêkirin. Provokasyonên ku hatin kirin ev serdem sabote kir û guhertineke stratejîk a bi vî rengî pêk nehat. Li hemberî nêzîkatiya partiyê ya ji bo ketina pêvajoyeke nû ya stratejîk, guhertinên stratejîk û pêşîvekirina pêvajoya siyasî, komplo û êrîşa xeta çeteyan pêk hat.
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi komployeke navneteweyî Rêber APO neçar ma ji Sûriyeyê derkeve, hewl hat dayîn ku PKK û gelê Kurd were tasfiyekirin û tinekirin. Bersiva hewldanên Rêberê Gelê Kurd ji bo çareseriya aştiyane û siyasî tasfiye û îmha bû.
Li hemberî vê yekê Rêber APO Pêvajoya Çareseriya Jidayikbûna Rêbertiyê ya Sêyemîn pêşxist. Têkoşîna Îmraliyê dest pê kir. Rêberê Gelê Kurd bi kûrkirina guhertin û ji nû ve avakirinê ve bi xistina rojevê ya stratejî û guhertinên paradîgmayê, bi xwe gihandina hêzeke mezin a bîrdozî û felsefî ve jidayikbûneke nû pêk anî.
Ev jidayikbûn, jidayikbûneke nû bû ku bi paradîgmaya demokratîk-ekolojîk û azadiya jinê pêş ket. Çareseriya pirsgirêka Kurd ku bi paradîgmaya dewletparêz ne pêkan bû, li ser esasê sîstema Konfederalîzma Demokratîk, pêşxistina têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Kurdan û hemû gelan esas girt. Guhertina stratejik li gorî vê paradîgma û guhertina bernameyê pêk hat. Bi vî rengî têkoşîna demokratîk û siyasî derket pêş. Di sala 2010’an de dema çaremîn a têkoşîna stratejîk derket pêş. Û di sala 2010’an de biryareke wiha hat dayîn. Ev serdema stratejîk weke serdema ku divê Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî were meşandin hate diyarkirin.
Ji ber ku dijminê li hemberî me di her şert û mercî de tasfiye û tinekirina gelê Kurd armanc dike, şer kûrtir bûye. Ev rastiya şer weke Şerê Gel ê Şoreşgerî hat îfadekirin. Şerê Gel ê Şoreşgerî bû navê şerê parastina hebûna xwe û misogerkirina azadiya xwe. Ji ber ku hebûna me ya gel û jinan di bin xeteriyê de ye. Îro jî êrîşên qirkirinê didomin, sîstema îmha û înkarê hemû rêbazên faşîzmê dixe meriyetê. Parastina hebûna xwe, bidestxistina azadiya xwe û rawestandina qirkirinê tenê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî pêkan e.