NAVENDA NÛÇEYAN- Rêxistina Mafên Mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir bi nêzîkbûna salvegera Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ heta niha nêzîkî 150 welatparêz ji aliyê rejîma Îranê ve li Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin.
Li gel nêzîkbûna salvegera Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ rejîma Îranê ji serê salê ve dest bi pêleke girtinê kiriye. Rêxistina Mafên Mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir bi nêzîkbûna salvegera Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ heta niha nêzîkî 150 welatparêz ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin ku ji wan 14 kesên hatine binçavkirin zarokên di bin 18 saliyê de ne.
Rêxistinê di rapora xwe de eşkere kir ku rejîma Îranê ji serê sala 2024’an heta meha Îlonê 150 kes di çarçoveya Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ 150 kes girtine ku ji wan 14 jê zarok, 58 jin, 88 jî mêrin.
Di raporê de hate eşkerekirin ku kesên hatine binçavkirin 44 kes li bajarê Sine, 30 kes li bajarê Ûrmiye tevî ku 57 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li van hatiye birîn di heman demê de ew bi 160 car lêdana qamî jî hatine cezakirin.