HESEKE– Yekîtiya Jinên Ciwan ê bajarê Hesekê îro di çarçoweya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de şevbîrkek lidarxistin.
Şevbîrka ku bi dehan jinên ciwan bi moralekî mezin beşdarî bûn, li Parka Azadî hat lidarxistin. Beriya şevbîrkê deqeyek rêz ji bo şehîdên şoreşê hate girtin û şevbîrk bi stranên coş ên jinên ciwan ve despêkir. Hemû jinen ciwan yek bi yek stranên li ser Rêber APO û şoreşa ku pêşdikeve xwendin. Taybet stranên ku li ser berxwedaniya jînê ya li beramberî zîhniyeta zilam bi dengên bilind hate gotin.
Li dû stranan jinen ciwan hêstê xwe li beramberî Rêber APO wiha anîn ziman:
“Rêber APO ji bo me sedema jiyanê ye”, “Rêber APO rizgarvan û rênîşandarê me ye.”, “Rêber APO yê ku me gihandiye xwebûnê.”, “Rêber APO baskê me yê ku dihêle em bifirin e.”
Şevbîrk bi dîlanan û sloganên “Bîjî Serok APO” û “Jin Jiyan Azadî” ve bidawî bû.