QAMIŞLO – Rêber Apo di sala 1979’an de cara yekemîn derbasî Rojavayê Kurdistanê û li Libnanê keleka şoreşgerên filistînî xwe bi cih dike û perwerdeya bîrdozî û leşkerî yê kadroyên PKK pêş dixe. Di sala 1986’an de Akademiya Mahsûm Korkmaz tê damezrandin û li wir heya sala 1992’an de xebatên perwerde tên meşandin. Her wiha, ji vir û şûnda tekoşîna azadiya Kurdistanê tovên xwe li Rojavayê Kurdistanê diçîne û gel li ser esasê bi destxistina îrade û mafên xwe tê bi rêxistin kirin.
Li tevahî herêmê, bi hezaran gel ên welatparêz jî, ji bo naskirina Rêber Apo û ramanên wî berxwedidin Akademiya Mahsûm Korkmaz. Yek ji wan jî dayîka Emîne bû, ji taxa Qudûrbek ê bajarê Qamişlo. Dayîka Emîne hîn di temenê 14 sal de, bi bavê xwe, di 15’ê Tebaxê salê 1991’ê de serdana Akademiya Mahsûm Korkmaz kir da ku Rêber Apo bibîne û nas bike. Li ser naskirina wê ya tevgera apoyî û naskirina Rêber Apo dayîka Emîne bi ajansa Nûçe Ciwan re axivî.
“EZ JÎ DIXWAZIM VÊ FIKIRÊ NAS BIKIM”
Di dest pê kê de, waxtê ku min rêxistin nas kir, di salên 90’î de, ez gelekî şok mam. 2 heval hatin mala me, niha ew heval jî şehîd ketin. Heval Ferzende û heval Mihemed Salih derbasî mala me bûn. Ji bavê min, ji dayîka min re, ji xwîsk û birayê min re diaxivîn, digotin şoreşekî me heye, serokatiyekî me heye, gerîlayên me hene. Bavê min got ez dixwazim vê rêxistin nas bikim ji nêz ve, ez dixwazim Serok bibînim, ez dixwazim bizanim hûn çi karî dikin. Ez jî lêneriyam, ez biçûk bûm, temenê min 13 sal, 14 sal bû. Ez jî ji xwe re lêdinêrim, dibêjim, “Yabo, ev çi dibêjin?”, dibêje “Qala serokê dikin, Abdullah Ocalan, qala hevalan dikin, şoreşger in”. Piştre min got “Ez jî dixwazim vê fikirê nas bikim”.
“TU BIÇÛK Δ
Hevalan her roj dihatin, her şev dihatin malbata min, dirûniştin, diaxivîn. Payîz xilas bû, êdî havîn tê, 15’ê Tebaxê tê. Ew heval dîsa tên dibêjin “Yabo em dixwazin grûpekî ji vir derkeve wê herin saha Akademiya Mahsûm Korkmaz, em dikarin te jî bişînin.” Bavê min got “Erê, ez jî dixwazim Serok nas bikim, hevalan nas bikim, vê rêxistinê nas bikim.” Min got “Yabo ez jî bi te re biçim.” Bavê min got “Na, tu nayê, tu biçûk î, tu nikare”, min got “Yabo ezê bêm”, min israr kir.
“EM DERBASÎ AKADEMIYA MAHSÛM KORKMAZ DIBIN”
Hevalan wan kom kirin, grûp, grûp ji vir derketin, teqrîben 4, 5 bas ji Qûdûrbek derketin, berê xwe dan Şamê. Ji Şamê derketin Libnanê, ji Libnanê em derbasî Akademiya Mahsûm Korkmaz dibin. Waxtê em derbasî akademî dibin, min hêcan girt. Ez zarok bûm, min got eceba ez hatim kû derê.
“REFEKÎ HEVALÊN JIN, REFEKÎ HEVALÊN XORT”
Dema em hatin, refekî hevalên jin hebû, refekî hevalên xort hebû. Hevalan ji min re gotin “Tu biçî cem hevalan jin, Yabo jî biçe aliyê hevalan xort.” Min got “Çima min ji bavê xwe dûr dixin?” Piştre weke nasnameyekî biçûk dan min, navê min danîn, reqam danîn, û xistin singa min ji bo winda nebim, ger winda bibin bizanin hûn ji ku derê ne.
“EW HEVALA SAKÎNE CANSIZ E”
Piştre em derbas dibin, heval li pêşiya me ne. Dibêjin, “Hûn westiya ne? Kerem ke werin rûnin.” Bi ewqas milet ku hatibû ez gelekî pê bandor dibûm. Berî em Serokatî bibînin, hevalan xwarin ji me re çêkirin. Dema ez hîn dixwim min dît hevalek xweşik derdikeve, bi me re diaxive. Derdikeve ser keviran û silav ji me re dike, bi turkî diaxive. Min ji hevalekî pirsî ev kî ye. Got “Heval Sakîne Cansiz e, nû ji girtîgeh berdan. Wê aniha ji we re biaxive kêliyekî heya Serokatî were. Hevala Sakîne ji me re behsa girtîgeh dike, behsa îşkence dike, behsa jinê û zilma li ser jinê dike. Piştre hevalekî bi kurdî ji me re werger dike. Ez pê bandor bûm, ew tişt di serê min dimîne. Piştre gotin bila milet li sahê hezir be, wê Serokatî were. Em giştî çûn. Ji aliyê Kobanê, Efrîn, Serêkaniyê, Qamişlo, ji her derê 15’ê Tebaxê hatibûn ji bo Serokatî.
“JI NIŞKÊ VE SEROKATÎ DERKET PÊŞIYA ME”
Di milekî hevalan jin, di milê din de hevalên xort, ixtiyar û zarok. Sahê mezin bû, giştî ax bû. Feqet xaniyekî biçûk hebû, ji bo Serokatî tê de biaxive. Ewqas çavên min li ser wê xanî bû ji bo ez bibînim çawa tê, lê min nedît. Nizanim çawa hat, min tenê dît Serokatî ji nişkê derket pêşiya me.
“MILET HÊCANLÎ BÛ”
Serokatî dest bi axaftinê kir, waxtê silav li milet kir, milet hêcanlî bû. Rabûn ser xwe û çepikan dixistin, çend metro dûrî Serokatî bûn. Milet dixwest here cem Serokatî, lê hevalan nedihiştin, digotin bila Serokatî axaftina xwe xilas bike, piştre hûn dikarin yek bi yek Serokatî bibînin. Serok axivî, 15’ê Tebaxê bû, ji germahî diqeliya. Bavê min digot, “Ne germ e? Serê te germ nebû?”, min got, “Na Yabo, tenê dixwazim Serok bibînim, bila biaxive.”
“SEROKATÎ BEHSA HER TIŞTÎ KIR”
Serokatî 4 saet bi me re axivî. Behsa her tiştî kir. Behsa Kurdistanê kir, behsa jinê kir, behsa xwe kir, behsa dayîka xwe kir, behsa zarokatiya xwe kir. Piştî xilas kir, Serok xatirê xwe ji me dixwaze. Di cihekî de disekine, milet xatirê ji wî dixwaze. Her kes wê herê cihê xwe.
“EZ JÎ DIXWAZIM CEM TE BIM”
Min dît, milet, hinek ji wan waxtê silav li Serokatî dikin, gelek bav û dayîk zarokên xwe diyarî Serok dikirin. Min got, “Ev çima dibêjin bila zarokên me ji te re bin, cem te bin, tu wan xwedî bike, bila ji te re bin”. Ez çûm, min silav li Serokatî kir, heta niha bêhna silava wî di destê min de ye, ez gelekî pê bandor bûm. Waxtê destê min kişand, destê xwe jî xist ser milê min, min got “Serokê min, ewqas li cem te dimînin, ez jî dixwazim li cem te bim.” Li bavê min nêrî, got, “Tu dixwaze li cem me be?”, bavê min got, “Tu bi kêfa xwe yî”. Piştre Serok got, “Na, na, dakeve bajarê xwe, kar bike, kengî te karê xwe xilas kir, wê demê were cem me, singa min ji te re vekirî ye, dilê min ji te re fireh e.” Min kêf kir, min got “Xem nake Serokê min.”
“HÛN ÇI KAR BIDIN MIN EZÊ BIKIM”
Em hatin malê, me ji hevalan re got me çi dît û min got “Ez dixwazim kar bikim”, ez biçûk bûm. Gotin “Tu wê çi karî bikî?”, min got, “Hûn çi kar bixin destê min ezê bikim.” Wê çaxê ji min re gotin “Tu wê belavokan belav bike.” Min belavok li vir belav dikir, karê cepha, berî me ji wê re digot cephawî. Min belavok belav dikir, milet kom dikir ji bo civînan, kasetên Serokatî carinan ji me re dihatin, min ji miletê re pêdixist. Heta niha jî çi me tê xwestin ez amade me.