NAVENDA NÛÇEYAN- Federasyona Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rahênerên futbolê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewreyek li dar dixe. Dewreya bicîkirina antrenorên futbolê yên li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê 4 rojan li pey hev di bin çavdêriya mamosteyên pispor de berdewam bike. Di vê kursê de (60) perwerdekar wek rahênerên futbolê ji hemû parêzgehan ji bilî herêma Cizîrê.
Dewreya berê di bin çavdêriya Federasyona Sporê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatibû organîzekirin. Ew ji dû beşan tê dabeş kirin: beşa teorîk û beşa pratîk, ku li ser girîngiya perwerdehiyê ders têne dayîn. Di naverok de dersên wek rêbazên perwerdehiyê, afirandina kesayetiya rahêner û amadekirina rahênerên futbolê.
Armanca vê dewreyê amadekirin û erêkirina rahênerên futbolê ye ji bo zêdekirina amadebûna beşên werzîşê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo qonaxa bê.