QAMIŞLO- Nivîsgeha Lîstikên Tekane ya Meclisa Werzîşê ya kantona Cizîrê bi Komîteya Pisporî ya Taykwendo ya kantona Cizîrê Turnuvaya 1’emîn a Vekirî ya xort û keçan li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist.
Di turnuvayê de 10 tîmên herêmê bi 65 lîstikvanên ciwan beşdar bûn û 12 hakim tê de cih girtin.
Tîma Cizîrê bi 40 puanan bû ya yekem, tîma Minbicê bi 15 puanan bû ya duyem û tîma Dêrikê bi 15 puanan bû ya sêyem.