NAVENDA NÛÇEYAN-
Endamê Komiteya Reveber a PKK Duran Kalkan:
Heke em ê dijmin binasin, wê demê lazim e em rast binasin, rast fêm bikin. Dijmin kî ye, çi ye, çawa ye, çi dike? Lazim e mirov karibe bersivên rast bide van pirsan. Rastiya dijmin a ku qirkirina Kurdan pêk tîne, rastiyeke wisa ye. Pêwîst e mirov bi şêweyekî din nêz nebe, negire dest. Mirov bimêzekirina hevşibên wan ên li deverên din ve hewl nede bişibîne wan mînakan. Lazim e mirov bi xwendina ji virde-wirde ve hewl nede dijminê Kurd binase. Lazim e mirov hinekî jiyanê bixwîne û ji pratîkê dersê derxîne. Em serpêhatiyan watedar bikin. Ne pêwîst e ku mirov ji virde-wirde bi xwendinê ve agahiyan werbigire. Em ji serpêhatiyan zaniyariyan bigirin. Em li dîtinên xwe wateyê bar bikin, ji wan wateyê derînin. Bi şeklekî din nabe. Ewqasî şehîdgeh hatin bomberdûmankirin, kîjan civak dikare vê qebûl bike? Ev ne mimkun e. Tenê nêzîkatiyeke ters a li beramberî goristanekê bibînin, ka em bibînin bê ew ê bertekên civakî çawa bin? Ewqasî cenaze hatin kaşkirin. Rojane ewqasî heqeretê li civakê dikin. Heqeretê li jin, keç, ciwanan dikin. Em li beramberî van baldar bin, bertek kêm in. Anîne vî halî. Tiştekî wisa ye ku hingî zext li ser civakê kirine, heqeret lê kirine, êdî hatiye halekî ku nema dikare li beramberî zext û heqeretê bertekê nîşan bide.
Ev êrîşeke hêza serwer e. Êrîşa sîstema desthilatdar-dewletparêz e. Di hin pirtûkan de ji bo vê pêkanîna “mêtingeriya nû” wisa dihat gotin; “Mêtingeriya nû, esas ne bûyereke mêtingeriya aborî tenê ye, wekî hişmendî û
rêxistinbûn, şkandina berxwedana civakê ye.” Tu yê birçî bihêlî, feqîr bihêlî, zeîf bikî, êdî ew ê were nuqteyeke wisa ku ew ê civak vê bipejirîne. Tu çi li ser pêk bînî jî ew ê nema karibe bertekê nîşan bide. Ji bo vê jî formûleke wiha tê pêşdîtin: “Wisa bi rêbazeke guncav ve tu yê hêdî hêdî zextê, mêtingeriyê, birçîtiyê bispêre civakê, ew ê birçî bimîne, nerehet bibe, bertekê nîşan bide, tiştên wisa bike, lê ew ê were nuqteyeke wisa û ew êşîkek cidî ye, heke tu li wir baş eyar nekî dikare rabe ser piyan, îsyan bike û tine bike. Lê heke tu karibî wê êşikê derbas bikî, wê îradeyê bişkînî, piştî wê tu çi li wê civakê bikî jî ew ê qebûl bike. Ew ê bertekek cidî nîşan nede, nerehetiyê jî nîşan nade. Êdî ew civakek hatiye bêîradekirin, şkestî ye.” Rêber Apo jê ve re “civaka hatiye xistin” digot. Hatina vê rewşê, wekî sosyolojîk bi têgehe “ketinê” îzah kir û qirkirina li ser Kurd tê ferzkirin wekî êrîşek, nîzamek qirkirinê ya ku pêş dibîne û hedef dike civaka Kurd bixîne û wê pêk tîne, nirxand.

Ev rehendên rastiya dijmin jî hene. Em van rehendên wê jî rast fêm bikin. Heke em van nebînin, nizanibin, çavê xwe lê bigirin, kêm bibînin, nerm bikin, ew ê lihevhatin û teslîmbûn pêş bikeve. Ew ê li wir hişmendî, îrade, afirîneriya azadîxwaz pêş nekeve. Ji wê jî terzekî rast dernakeve. Terzê rast di mejî û dil de pêş dikeve ku van rast fêm dike, têrker fêm dike û ruxmî van jî bi şeklekî ku van derbas bike îrade û îdîaya jiyana azad qezenc dike. An ne, li cihekî din pêş nakeve. Terz ji tiştên madî dernayê. Çekek çawa tê bikaranîn? Ev ne terz e. Bikaranîna wê bûyereke mekanîk e. Heke tu fêr bibî, her kes dikare bi kar bîne, yê nizanibe nikare bi kar bîne. Karekî fêrbûnê ye. Ji wê re terz nayê gotin.
Em hema terzê di wir de fêm dikin. Terz ne ew e. Terz karek e ku mirov bizanibe li kû derê, çi, çawa pêk were diyar bike û tespît bike. Esasê siyasetê, taktîkê û terzê jî ev e. Ev jî enceq bi nasîna dijmin û bi naskirina xwe ve gengaz e. Ev jî bi baş naskirina rastiya dijmin ve bi nîşandana têgihiştin, îrade û aktîvîteya ku wê derbas bike, pûç bike mimkun e. Ne ji ber tiştekî din e. Ji ber vê yekê di vê mijarê de ji bo ku em karibin terzekî rast, terzekî şoreşgerî, terzekî afirîner û serdixe derxînin ortê, em ê dijminê xwe bi vî şeklî nas bikin. Em ê rastiya dijmin bi hemû rehendên wê ve jev derxînin. Ji bo ku em Rastiya Rêbertiyê rasteqîn fêm bikin, rast tevlî bibin, xwe bigihînin vê rastiyê lazim e mirov rastî û terzê dijmin rast fêm bikin. Ji ber ku terz, uslûb, tempoya Rêbertiyê, Rastiya Rêbertiyê rastiyeke wisa ye ku vê rastiya dijmin dadihurîne û alternatîfa wê, bi şeklekî ku wê derbas bike derdixîne ortê.
Rastiyeke wisa ye ku wê derbas dike, tine dike, têk dibe wekî alternatîfa wê sekn, kesayeta jiyanek azad diafirîne. Rêbertî ev e. Qasî ku tu vê pêk bînî tu dikarî Rêbertiyê fêm bike, xwe bigihîne Rêbertiyê, tevlî Rêbertiyê bibe. Kesekî enceq dema pêşketinek wisa bi dest xist dikare Rêbertiyê rast fêm bike, rast tevlî bibe. Bi şeklekî din nikare rast tevlî bibe. Bi gotina, “ez tevlî dibim” tevlîbûna nabe. Bi sondxwarinê ve tevlîbûn nabe. Gotina, “heta dawiyê girêdayî Rêbertiyê dimînin, ez ê li ser wê xetê bimînim” jî ne tevlîbûnek rast e. Bi şeklekî din tevlîbûna rast a Rêbertiyê, fêrbûn û dawerivandina terzê Rêbertiyê teqez ne mimkun e.
Ji bo naskirina dijmin tabî lazim e mirov rewşa wê ya madî, taktîkên wê, derfetên wê yên şerê madî bizanibe. Hêza wê ya eskerî çi ye, hêza wê ya teknîkî çi ye? Hêza wê ya şerê psîkolojîk çi ye, çiqasî pêş xistiye? Lazim e mirov van bizanibe, ev rast e, lê pêwîst e mirov esas rastiya dijmin nas bike. Mirov baş bizane ku di warê madî û manewî de êrîşeke çawa ye, hêzek çawa ya îmhayê ye, êrîşkariyek çawa ya derveyî exlaq-hiqûqê ye. Sekn, helwest, çareseriya rast a li dijî dijmin, xwe anîna hêza têkoşîna serketî-afirîner enceq bi wî şeklî mimkun dibe. Heke mirov xwe bigihîne naskirine wisa, hişmendiyeke rastiya dijmin, bi bîrbirina wê de çareser bike, ruxmî wê derbas bike, hişmendî û îradeya afirandina jiyana azad bixuliqîne, bîrewerî û vînek wisa bê qezenckirin, Rêbertî dikare rast bê
fêmkirin, rast û têrker tevlîbûna Rêbertiyê dikare pêk were. Dikare bigihêje asta milîtanê serketî yê Apoyî. Heke wisa nebe nikare xwe bigihînê. Lazim e mirov di vî warî de jî binirxîne. Lazim e em rejîma qirkirinê bi van rehendên wê ve jî bibînin. Pêwîst e em nekevin nav nêzîkatiyên pozîtîvîst ên bi rehendên teng, aborî. Tenê bi rehendên madî lê mêze nekin. Lazim e em qasî rehendên madî, êrîşa manewî jî bibînin. Pêwîst e em bandorên wê yên hilweşîner ên li ser ferd û civakê bibînin ku di şexsê xwe de derbas bikin, xwe rast perwerde bikin, rêxistin bikin, bikin milîtan.

Dîsa jî em dijmin rast bigirin dest ku em karibin civakê perwerde bikin, rêxistin bikin, civakê zana bikin. Heke em vê nekin, civak nikare bîrbirineke rast a şoreşgerî qezenc bike. Lazim e em vê jî lê zêde bikin, tenê zanebûna van têrê nake. Yek; tu yê bizanibî ev nayên qebûlkirin, pê re jiyan nabe, heqeret e. Tu yê bibînî û qebûl bikî. Tu yê nebêjî, “em çi bikin, wisa dibe, ev jî halê dijmin e” û serî netewînî. Tu yê bikaribî red bikî. Duyemîn, tu yê alternatîfa xwe pêş bixî. Tu yê wê îradeyê derxînî ortê. Tu yê bibî hêza feraset û îradeyê, xwe bigihînî astek têrker a feraset û
îradeyê. Bi şeklekî din nabe. Rêbertiyê di nameya 26’ê Hezîrana 2014’an de behsa zeîfetiya feraset û îradeyê kiribû, gotibû; “nebesiya esas di vir de ye”. Milekî nebesiya ferasetê ji ber ku dijmin rast û têrker nayê naskirin dertê. Rastiya dijmin bi têrkerî dernexistina zanebûnê dibe sebeb. Nebesiya îradeyê jî tê wê maneyê ku têkoşîneke bikaribe wê derbas bike, wê têk bibe, alternatîfa wê biafirîne neyê pêşdîtin; terz, rêxistin, çalakiya têkoşînek wisa neafirandin, ji wê dûrketin e. Wê demê heke em ê nebesiya feraset û îradeyê derbas bikin, lazim e em rastiya dijmin baş nas bikin, dijmin derbas bikin, têk bibin, hişmendî, hêz, sekna îradî ya ku ew ê alternatîfa wê biafirîne di xwe de bixuliqînin. Milîtaniya Apoyî vê îfade dike, pêşketina li ser vî bingehî îfade dike. Tiştekî din, sekn, şêweyekî din îfade nake.