ŞENGAL- Komxebata Însiyatîfa Ciwanên Ereb ên Şengalê ku bi dirûşmeya ‘Bi ruhê ciwanên Apoyî emê cenga azadiyê serbixin, bi Rêber Apo re azad jiyan bikin’, destpêkiribû, bi dayina semînera li ser parêznameya 4. Dewam dike. Di Komxebatên de nirxandinên girîng di nava pêkhateyên komxebatê de derketin pêş.
Li meclisa gel a Xanesorê bi pêşengiya Însiyatîfa Ciwanên Ereb ên Şengalê Komxebata Însiyatîfa Ciwanên Ereb ên Şengalê destpê kir. Komxebatê bi beşdariya nûnerên Rêvberiya Xweser a Şengalê, Asayîşa Êzdîxan, YBŞ’ê, Yekitiya Ciwanên Êzdîxanê û Yekitiya Jinên Ciwan yên Şengalê, herwiha bi dirûşmeya ‘Bi ruhê ciwanên Apoyî emê cenga azadiyê serbixin, bi Rêber Apo re azad jiyan bikin’ îro di saetên sibehê de destpêkiribû.
Di Komxebatê de li ser parêznameya 4. a Rêber APO, hatin dayin. Di komxebatê de Semîner li ser mijara eşîr û malbat, zayendperestî, civaka ehlaqî û polîtîk hatin dayîn.
Semînera duyemîn Zayendperestî ji aliyê endama Yeketiya Jinên Ciwan Dilo Şengalî ve hate dayîn û wiha hate gotin: “Peyva zayend bi ferqa biyolojîkî ya di navbera jin û mêr de vedibêje, di heman demê de netewetiya civakî ew cûdahiya ku civak destnîşan dike û ew rolên civakî yên cihêreng ên ku bi çanda cihêreng ve girêdayî ye, ku mêran bi cih dike dide. Weke zayenda serdest mêr û jinê dike cinsekî kêm dîtî. Girêdayî cudahiyên di navbera her du têgehan de, armanc ewe dema ku zayend rewşek xwezayî ya cewherî îfade dike, netewbûna civakî rewşek bidestxistî ye. Ji dîtina mirov ku têgeha bingehîn a netewebûna civakî ye. Girêdayî ewe ku dubendî û çînên civakî ji ber zordestî û newekheviya ku di dirêjahiya dîrokê de li ser jinan hatiye kirine. Ew neheqiya heyî encama wê ye ku ew afirandinek ji mirovan û civakê ye û ji aliyê xwezayê ve nayê afirandin.”
Dilo Şengalî di dewamê de wiha anî ziman: “Ger em di navbera endamên malbatê û zarokan de bidin ber hev, emê li gorî rastiya heyî û çawaniya bandorkirina vê zîhniyetê bi zelalî bibînin. Bi vî awayî urf û edet di kesayeta her du zayendan de hatin derzkirin. Li cihê ku ji zaroka/ê re tê gotin ku xwe veşêre da ku derûdorên te neyên xuya kirin, ji ber ku tu jinî, cil û bergên taybet ji bo zarokê jin hatine diyar kirin, wek hicab û tiştên din, yan jî lixwekirina pantolonê qedexe ye. Li hinek deveran em dibînin ku zarokê nêr çi cilê bixwaze dikare li xwe bike. Bê şik ev rewş ne tenê bi malê ve sînordare, lê dema ku cihên ku jin têketina wan qedexe be, cinsiyetparêzî serdestiya hemû aliyên jiyanê dike. Tiştên ku tenê zilam dikare di malê de bikar bîne jî hene: tasek mezin, xaniyek mezin, kursiyek mezin, hwd…“
Her wiha semînera dawiyê ji aliyê Endamê Însiyatîfa Ciwanên Ereb Şalan Aradî ve hate dayîn. Di semînerê de hate diyakirin tiştê ku ji jin û ciwanan tê xwestin ewe ku ji bo avakirina mirovahiyê li ser bingehek aştiyane ku ji felsefeya civakek exlaqî û polîtîk û her wiha li ser bingehê raman û analîzên kûr û nêzîkatiyên ku bikaribe ji wan re çareseriyên herî guncaw pêş bixîne, li ser bingehek aştiyane bixebite. Şalan Aradî diyar kir ku pirsgirêkên ku civakên Rojhilata Navîn bi giştî tûşî wan dibin giştî jî pizgirêkên ku ji ber nerêxistinbûna jin û ciwana ye.
Şalan di dewama Semînerê de got: “Li ser vî bingehê jin û ciwan modela civakêne, stûna îroyîn û hêza siberojê ne, dixwazin bi rêya wan, baştirîn tişt pêşkêşî civaka ku tê de dijîn bikin. Jin û ciwan bi hevkarî di nav civakê de hişyariyê bidin civakek exlaqî û siyasî û ev rol ji aliyê jinan ve jî tê lîstin. Jin û ciwan lûtkeya civakê û hilgirê exlaq û siyasetê ne. Jin û ciwan mirovên sereke, herî mezin, azadîxwaz û vekirî ne. Ji ber vê yekê di guherandina zihniyeta serdest de, paşverû û kolonyalîzma kapîtalîst de xwedî şiyana pêkanîna zîhniyeta civaka exlaqî û polîtîke. Jin û ciwan ji bo avakirina civakeke exlaqî û polîtîk eger maf û erkên xwe bizanibin ev yek dikare rastiya heyî bi bilêvkirina nêrînên xwe bi awayên cuda dikare biguherîne.“
Komxebat bi nirxandinên li ser mijarê dewam dike, piştî nirxandin bidawî bûn, wê encamnameya komxebatê bi raya giştî re were parevekirin.