HESEKÊ- Şêniyên bajarê Hesekê û bajarokên wê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Feysel Ferhan El Hesen ê ku di encama nexweşiyê de di 11.09.2024ʹan de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dijwar ê bajêr oxir kir.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme El Elî sersaxî da malbata şehîd.
Fatme El Elî wiha got: “Şehîd Feysel El Hesen rojekê dev ji çeka xwe berneda û beşdarî tevahî erkan bû.”
Li aliyekî din jî ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Demhat Hesekê axivî û got: “Şehîd Feysel El Hesen ji lehengên li dijî komên terorîst, di serî de çeteyên Erdogan, şer kiriye.”
Demhat Hesekê di dawiyê de soza şopandina rêça şehîdan, parastina ewlehî û îstîqrara welat da.
Di dawiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Guljîn Hemo wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.