DIRBÊSİYÊ- Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Dirbesiye di derbarê tacîz, tûndî û qetlîama jinê de atolyê li darxist.
Jinên Ciwan di Atolyê de di şexsê Ş Gulîstan Tara, Ş. Hêro BahadÎn û jina Ciwan Nermîn Ferho ya bi hinceta namûsê li Dirbesiyê hatibû kuştin de hemû jinên ku ji aliyê pergala desthilatdariya zilam hatin kuştin û şehîd ketin bi bîr anî.
Di vê çarçoveyê de jinên ciwan şanoyek amade kirin û sînevîsyon pêşkêş kirin. Piştî vê cure û sedemên şîdeta ser jinê di pergala desthilatdariya zilam de hatin nîqaşkirin û kuştina jinan weke siyaseteke qirkirinê ku sîstema desthilatdarî xwe ki ser ava kiriye hate pênasekirin. Jinên ciwan helwestê xwe dan diyarkirin ku encax bi rêxistinbûn, xwe ser fikira Rêber Apo perwerde kirin û xwe gihandina her jinekê ciwan bersiveke rast dikare were dayin. Jinên Ciwan çareserî di bîrdoziya Rizgariya jin û projeya guhertina zilam a Rêber Apo nîşan da de dibînin ji bo ku her cure ferasetên zayendperest, namûs û şeref ên paşveru dikarin werin derbaskirin û civakeke azad were avakirin.
Di dawî de jinên ciwan soza tolhildana Nermîn Ferho, Ş Gulîstan Tara û hemû Jinan dan û Atolyê bi sloganên Jin Jiyan Azadî û Bê Serok Jiyan Nabe bi dawî bû.