NAVENDA NUÇEYAN- Çavkaniyên xwecihî da zanîn ku çeteyên ʹEmşatʹ ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker bi ser malên Kurdan ên li gundê Kaxirê yê bajarê Mabeta yê bajarê Efrînê yê dagirkirî de girt, li mêr û jinan da, di encamê de 2 jin hatin qetilkirin û bi dehan welatî birîndar bûn.
Çavkaniyan anî ziman ku çeteyên bi ser malan de girtin, zêr û pereyên welatiyan dizîn, lê mîqdar nehat diyarkirin.
Heman çavkanî diyar kir ku duh êvarê ji heman gundî çeteyan welatiyê bi navê Idrîs Hec Elî revand û li hember serbestberdan 5 hezar dolar ji malbatê xwestin.
Çeteyên ʹEmşatʹ an jî ʹFirqet Sultan Silêman Şahʹ ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker beriya demekê 100 dolar li welatiyên bajarên Mabeta û Şiyê û gundên girêdayî wan ferz kiribû. Li kêlek wê jî gef li kesên pereyan nedin xwarin.