QAMIŞLO- Federasyona Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewreya wergirtina rahênerên futbolê yên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya 60 xwendekaran ji hemû parêzgehan bi dawî kir.
Kurs di bin çavdêriya mamosteyên pispor de çar rojan li pey hev berdewam kir. Di kursê de dersên teorîk û pratîkî yên li ser qaîdeyên perwerdehiya werzîşê, birêvebirina komên temenî yên perwerdehiyê û pêşxistina şarezayên werzîşê hebûn.
Di dawiya dewreyê de ku bi test û nirxandinên teorîk û pratîk bi dawî bû, belgeyên pejirandîkirina rahêneran hatin belavkirin û ji bo rahêneran destûr hat dayîn ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên werzîşê li dar bixin û tevlî malbata Federasyona Sporê ya Herêma Rojhilatê Sûriyê bibin.