NAVENDA NUÇEYAN- Peymangeh bi pêşengiya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) û bi desteka Zanîngeha Rojava, ji aliyê Desteya Çandê ya Bakûr û Rojhilatê Sûryeyê ve hatiye vekirin û wê di sala xwendinê ya 2024-25’an de dest bi perwerdeyê bike.
Ji bo peymangeha ku navenda wê li Dêrikê ye, di destpêka mehê de serledanan destpê kiribû û dîrokê ezmûnên devkî û nivîskî hatibûn diyakirin.
Ezmûnên devkî (mülakat) yên ji bo şagirtên ku dibistana amadeyî qedandine, wekî 16 heta 21’yê Îlonê (2024) hatibûn diyarkirin.
Ezmûnan îro li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo, Zanîngeha Kobanê û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC) a Kantona Efrîn-Şehbayê dest pê kir.
Ji bo xwendekarên ku dibistana seredayî û navîn qedandine (yên di navbera 18 û 26 saliyê de) û dixwazin hunerên xwe pêş bixin jî, wê di navbera 22 û 30’ê Îlonê (2024) de li Qamişlo, Kobanê û Şehbayê ezmûn werin çêkirin.
Li gorî encama ezmûnan jî xwendekar wê li beşên Şano, Sînema û Muzîk’ê werin bicîhkirin.
Tê plankirin ku peymangeh di10’ê Cotmehê de bi awayekî fermî bê vekirin.