DERAZOR- Bi dehan jinên Kantona Dêra Zorê bi boneya duyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê hêzên Îranê ve, meşek li dar xistin. Di meşê de bi navê Meclisa Sivîl a Dêrazorê hevseroka Gerînendetiya Bacan a Kantona Dêrazorê Rehma Elî axivî. Rehma diyar kir ku doza Jîna Emîn li ser asta Îran û cîhanê dengvedanek çêkir, her wih xwest ku der barê vê dozê de lêpirsîneke navneteweyî were destpêkirin û hesabê ji kujeran bê pirsîn.
Endama Melcisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Seher El Mistefa got wê wêneya Jîna Emînî meşaleya serferaziyê bimîne.
Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Esma El Xelef diyar kir ku meşa wan li dijî zilm û despotîzma li cîhanê peyama berxwedanê ye.