NAVENDA NÛÇEYAN- Di 23’ê Tebaxê de rojnamevanên Jin Gulistan Tara u Hêro Bahadîn li Silêmaniyê navçeya seydsadiq di encama êrişa dewleta tirk a dagirker ya bi balafirke bê mirov û biçek de gihaştin şehadetê.
Tevî ku qetikirina Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li seranser cîhanê bû rojeva gelek dezgehên ragihandinê, lê Ragihandina Elmanya bê deng ma.
Lî dijî bêdengiya çapemeniya dewleta Elman, li paytexta Elmanyayê Berlînê aktîvistên Women Defend Rojava çalakî lidarxistin.
Aktivîstên Women Defend Rojava di bernameya zîndî a televizyona Elmanyayê de wêneyên rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hildan. Bi berzkirina dirûşma Jin Jiyan Azadî di studyo dê pêşkêşvan neçar ma niqaşên bi mevanên xwe re bidê seknandin. Aktivistên jin di bernameyê de bal kişandin ser êrişên dewleta tirk û destnîşan kirin ku cihê rojnamevanan tên qetilkirin li wir ragihandina azad tê hedefgirtin.
Women Defend Rojava di derbarê çalakî de wiha got:
Em bi çalakiya xwe rojnamevanên ku hatine qetilkirin bi bîr tînin û bêdengiya çapemeniya elman li hemberî êrîşên ser çapemeniya Kurd şermezar dikin. Em vê yekê pirs dikin çima di bernameyên televziyonên elman de qetilkirina rojnamevanan ji aliyê dewleta tirk nayê nîqaşkirin û rojevkirin.
Ev Çalakiya Women Defend Rojava bû rojeva Gelek rojnameyên Elmanya.
Rojnameya Rheinische post, rojnameya Sûddeutsche Zeitung, Radio BILEFELD Û rojnameya Spiegel bi nûçeyên cûda çalakiya Aktivîstên Women Defend Rojava di bernameya zîndî a televizyona Elmanyayê de kirin rojeva xwe.