BEHDÎNAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiya sûîqestê ya ku gerîlayan li herêma Zapê li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker pêk anî de, dagirkerek hatiye cezakirin.
HPG-BÎM’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku çalakiya sûîqestê li herêma Berxwedanê ya Girê Baharê pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ev agahî hatin dayîn:
“1. Herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zapê;
— Di 15’ê Îlonê saet 19:57’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê dagirkeran bi çekên giran hedef girtin û gulebaran kirin.
— Di 16’ê Îlonê saet 17:40 û 17:55’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê dagirkeran bi çekên giran hedef girtin û gulebaran kirin.
– Di 15’ê Îlonê saet 08:30’an de dema ku dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê Baharê çalakî li dar xistin, 1 dagirker bi taktîka sûîqestê hate cezakirin.
— Di 17’ê Îlonê saet 06.05’an de dagirkerên ku xwestin li herêma Berxwedanê ya Girê FM bi pêş bikevin, bi taktîka sabotajê hatin rawestandin.
2. Herêma Xakurkê;
— Di 17’ê Îlonê saet 06.30’an de dagirkerên Girê Şehîd Hêmin kirin hedef û bi çekên giran gulebaran kirin.
3. Herêma Metîna;
— Hêzên me roja 15’ê Îlonê saet 22:30’î li dijî helîkopterên êrîşê yên herêma Berxwedanê ya Dergelê bomberdûman kirin. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê dûr bikevin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî;
— Di 17’ê Îlonê de tunelên me yên li herêma Berxwedanê ya Girê FM du caran bi teqemeniyên qedexe hatin bombekirin.
5. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
— Di 15 û 17’ê îlonê de Herêmên Berxwedanê yên Berbizinê, Lolan, Sinînê, Girê Şehîd Hawar ên herêma Zapê, Girê Bahar 2 caran; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 13 caran hatiye bombekirin.
— Di 15’ê Îlonê de li dijî Herêmên Berxwedanê yên Girê Şekîf, Şehîd Şerîf ên herêma Xakurkê 3 caran û li dijî Herêmên Berxwedanê yên Dergelê, Golka, Serê Metîna yên herêma Metîna jî 7 caran êrîş hatin kirin; Bi tevahî 10 caran ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatiye bombekirin.”