NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekî ve çalakiya xwe ya li hemberî çeteyan ragihand. Di encama çalakiyê de 3 leşkerên Tirk hatin ceza kirin û 4 jÎ birîndar bûn.
Daxuyanî wiha ye:
Yekîneyên me yên Parastina Jin YPJ li eniyên berxwedanê yên Minbicê çalakiyek li darxistin.
Di roja 10 Îlonê baregeha artêşa Tirk a dagirker ya gundê Yaşli ku dikeve bakur rojavayê Minbicê, bû hedefa şervanên me.
Ev baregeh bi awayek rojane gundewarên Minbicê topbaran dike û jiyana gelê me dixe metirsiyê de. Her wiha dewleta Tirk a dagirker ji vê baregehê bi awayek rojane hewl dide berê çeteyên xwe bide herêmê da ku dagirkeriya xwe firehtir bike. Şervanên me yên YPJ’ê li hember vê baregehê çalakî lidarxistin û di encama çalakiyê de radara baregeha Yaşli hate îmha kirin. Her wiha 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 4 ji wan jî birîndar bûn.
Ev çalakî ji bo bîranîna fermandara Minbicê şehîd Şervîn Şerdar hate lidarxistin.
Weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ li hemberî her awayî êrîşan ku gelê me û jinan dike hedef, wê çalakiyên me yên bersivdayînê bidomin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPJ