QAMİŞLO– Xwendekarên jin ên Zanîngeha Rojava di şexsê Jina Emînî de, jinên ku bi tekoşîna xwe ve bûne sembola hêza jinê bibîr anîn.
Xwendekarên jin ên ku despêkê daxuyanî dan, di destê xwe de sûretê gelek jinên ku bûne sembol hilgirtibûn. Di daxuyaniya xwe de qala tekoşîna jinên cîhanê û girîngiya hevgirtina jinan kirin.
Jinên ciwanên xwendekar anîn ziman ku “Jina Emînî tenê yek ji mînaka jinên ku di cîhanê de tên qetilkirin bû. Hîna bi hezaran jin hene kû bêyî agahiya kesekî jî hebe tên kuştin. Sedema van hemûya sîstema moderniteya kapîtalîst û baviksalar e.
Li kêleka wahşeta ku sîstema zilam dimeşîne de şere azadiya jinê jî bi biryardariyekî mezin didome. Jina Ciwan Zîlan Kurd (Mahal Belûc) ku di Artêşa Rizgariya Beluc de cîhê xwe digirt û navê xwe yê tevgerî ji şervanê PKK Şehît Zîlan (Zeynep Kinaci) girtibû, çalakiyekî Zîlanwarî li beramberê artêşa dagirker a Pakîstanê lidarxist û bi dehan leşkerê dagirker kuşt. Ev yek dide xuyakirin ku tekoşîna me çiqasî hevdû bandor dike û peyama ku dide dijmin ev e: Zîlanên Fedayî wê tu carî neqedin.”
Hate gotin ku “Wê jin li Îranê heta Kurdistanê, ji Kurdistanê heta Belûcîstanê wekî jinên Rojhilata Navîn ji cîhanê re bibin mînaka tekoşînê. Em jî wekî jinên Rojavayê Kurdistanê ku cîhê Şoreşa Jinê tê zanîn, tekoşîna xwe bidomînin.”