ŞEHBA- Xwendekarên Jinên Ciwan ên Welatparêz ên li Şehbayê dijîn hatin cem hev û nirxandinên Rêber APO yên li ser mijara “Jin û Malbat” xwendin. Bi dehan jinên di çarçoveya kampanyaya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de li hev civiyan û nirxandinên Rêber APO yên li ser rewşa jin û malbatê ya di civakê de xwendin û piştre nîqaş hatin kirin.
Di nîqaşan de jinên ciwan rewşa sosyolojîk a jinên ciwan ên Kurd û Ereb ên îro anîn ziman û bal kişandin ser bandorên polîtîkayên şerê taybet li ser jinên ciwan.
Jinên ciwan diyar kirin ku hêzên kapîtalîst di şexsê jinan civakê hedef digirin. Diyar kirin ku ev yek bi rêya malbatê ya ku avahiyeke herî biçûk a dewletê ye pêk tê. Jinên ciwan diyar kirin ku jin û jinên ciwan di nava malbatê de rastî zext, şîdet û gelek bûyeran tên, tundiya nava malbatê û îstîsmarê jî bi berfirehî nirxandın û diyar kirin ku divê her jinek ciwan li hemberî van polîtîkayan hişyar be û perwerde bibe.
Xwendekarên Jinên Ciwan ên Welatparêz diyar kirin ku divê jinên ciwan rastiya zayendî fêm bikin, li dijî van têgihiştinan têbikoşin û xwedî îrade bin. Hat gotin ku ev yek ancax bi kûrkirina fikir û felsefeya Rêber APO pêkan e.
Çalakiya xwendinê piştî nîqaşên berfireh bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.