NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya YPS’ê ya Şehîd Reşo Amed ragihand ku li navçeya Kayapinarê ya Amedê li dijî cerdevanên ku nobetê digirtin çalakiyeke çekdarî pêk anîn.
Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, “Şeva 11’ê Îlonê saet di 02.00’an de li Taxa Huzurevlerî Kuça ya navçeya Kayapinar a Amedê li dijî cerdevanên ku li aliyê parkê nobet digirtin çalakiyeke çekdarî pêk anîn. ”
Hat diyarkirin ku di çalakiyê de yek cardevan birîndar bûye, yê din jî reviya ye.
Yekîneya Tolhildanê got, “Piştî çalakiyê bi tundî wesayîtên zirxî, ambûlans û dijmin hatine cihê çalakî û bi awayekî rastgele binçavkirin û girtin çêbûye. Lê wekî yekîne, me di dema çalakiyê de tu pirsgirêk derneket û ji bo ku plansaziya xwe ya pêşwext pêk bînin em ê careke din tevbigerin.”
Her wiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Her kesê ku hewl dide bajarên me bike malê polîtîkayên qirêj û ji bo xirabkirina exlaqê civaka me were erkdarkirin û ciwanên me bixe, hedefa me ye. Ji bo civakeke paqij em ê hêzên dagirker ên dijmin û hevkarên wan ji bajarên xwe tine bikin.”