MEXMÛR – Di çarçoveya hamleya “Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî” de li Wargeha Mexmûr de xebatê perwerde hat birêxistinkirin. Nêzî 15 roj dewreyek perwerdeya jinên ciwan a girtî bi navê Şehîd Bişeng Brûsk hatibû destpêkirin. Bi giştî 8 jinên ciwan hatin cem hev û li ser mijarên wek; “Çawa Bijîn, Jin û Malbat, Zayendperestiya Civakî, Şerê Taybet, Rastiya Rêbertî, Rol û Mîsyona Jinên Ciwan û hwd.” çalakiya perwerde li darxistin. Di perwerde de niqaşên berfireh û kûr hatin meşandin, bi çoş û kelecan jinên ciwan beşdarî perwerde bûn.
Perwede bi armanca kûrkirina rihê erk û berpirsyartiya jinên ciwan, rêhevaltî û jiyana komunal, birdoziya azadiyê û li ser esasê avakirina netewa demokratîk hat destpêkirin.
Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûre di serî de giringiya perwerdê ji bo jinên ciwan ku bi êrîşên moderniteya kapîtalist re rû bi rû dimînin destnişan kir. Di perwerde de di şexse Şehîd Bişeng Brûsk de û hemû şehîdên şoreşê hate bibîrxistin.
Perwerde ji bo civakekê jiyanî ye. Civakek ku ji perwerdeya xwezayî û ya zanistî bêpar be di xwezaya xwe de ji civakbûyinê jî derdikeve. Ya girîng ewê ku ji bo perwerdeyek bi nirx xebatên mayinde bên pêşxistin. Jinên ciwan ku xwe perwerde dikin dikarin bi her awayî xwe pêşbixin û xwe biparêzin. Beriya her tiştî jî di ware hişmendî de perwerde girîng e. Ger di mirov de hişmendiyeke civakî, wekhev û demokratîk peşnekeve gelekî zehmet e ku civakekê pêşketî, xwedî peşerojekê azad û bi ewlê pêş bikeve.
Jinên ciwan di derbarê kampê de wiha gotin: “ Her ku zanebûna me zêde bibe, emê ewqasî karibin têkoşina xwe mezin bikin, erk û berpirsyartî rakin. Ya girîng Rêber APO fêm kirin û di jiyanê de pêkanin e.”
Şerê taybet ê ku bi awayekî dijwar tê meşandin û dixwaze îradeya jinên ciwan bişkîne, hêza wan lewaz bike û wan ji jiyanê dûr bixe, jinên ciwan destnîşan kirin ku ewê li dijî wan rêxistinbûna xwe xurtir bikin û ji bo karibin civaka xwe azad bikin xwe di zanabûna ramana Rêber APO de kûrtir bikin. Di encam de carekî din diyar bû ku perwerdeya fikrî hêza jinan a rêxistinkirinê ye.