NAVENDA NÛÇEYAN-
Bîranînek Gerîla…
Ez û hevalên xwe 2012 gundekî li Colemergê bûn. Me xebatên parastina cewherî dimeşand. Me planlama çekir ku em biçin ew gundên ku heval neçûnê. Me xwest em wan gundan nas bikin û karê xwe li wir rêvebibin. Ew gûndê ku emê biçinê cerdewan têda hebûn û li derdorê wê jî qereqol hebû. Me dixwest li wî gundî kar bikin. Ji ber ku di wî gundîde welatparêz jî hebûn. Ji bo çûyîna gund me amadekarî û rêxistinkirina xwe jî kiribû. Wê demê heval pir çalakî lidarxistibûn. Em jî li gorî wê nêz dibûn. Ji bo ku em şiyar tevbigerin hevalan hin hişyarî li me kirin. Me jî rewş dizanî û em li gorî wê nêz dibûn. Hevalên din berê çûbûn wî gundî lê ez neçûbûm. Ji bo wê jî heval gundî û derdora gund nas dikirin lê min nas nedikir. Lê ez ji hevalan bawer bûm. Mala ku em biçinê me di berêde agahî dabû wan. Me ji milîsanre gotubû ku, emê rojek werin lê me ne gotibu ku emê kengê werin. Me wisa tedbirê xwe digirt û me ji wan re digot, bila amadekariyên we hebe. Kengi em werin ne diyare û dema em hatin hûn bikaribin me di gûnd de biparêzin. Wê baş be.’
Em hatin binya gûnd. Gûnd di yamacê dê bû. Dema em gehiştin nêzî gund em ji seyarê daketin. Me ji şoforê seyarê re got, dema ku tu gihiştî virajê bisekine, emê eşyayên xwe di nava seyarê de derbixin. Dema ku me tiştên xwe di seyarê de derdixist, li ser me fîşek avêtin. Me nizanîbû çima wisa bû. Qereqol û cerdewan bi me nehesiyabûn. Me mêzekir fîşek berdawam dike. Me mîlîs re got, ‘tu biçe xwe xelaske. Emê ji di nava arazî de xwe biparêzin.’ Mîlîs çû, me jî bi şiklekî xwe gihand nava gund û em çûn mala milisê xwe. Me di pencere da hevjina mîlîs dît. Di pencerê de li me mêzekir û em nasnekirin, tirsiya. Me je re got; ‘ne tirse. Em gerîla ne. bang li hevjînê xwe bike.’ Mîlîsê me hat dema ku me dît matmayî ma ji ber ku ne li benda me bû ku emê di wê demêde werin gund.
Me rewşa di serê me de derbasbûyî jêre vegot. Me pirs kir, çima di nava gund de li ser me fîşek hat teqandin? Wî jî ji me re got ku, pir caran wisa kirine û got ku ewê biçe sedema rewşê pirs bike û bizane. Me milis re got, ‘dema ku te agahiyên zelal ji mere anî emê wê demê bikevin mala tede.’ Milis çû û pirs kir. Piştre dizane ku kesekê ku di nava gundiyan de wek dîn tê naskirin heye û li cem wî jî çek heye. Dema ku seyarê dibîne jî fîşek diteqîne. Ji ber ku gund nêzî sînore di gund de bazirganiya mazot û gazê tê kirin. Ew vîraja ku em lê sekinîbûn, wî kesî varêlê xwe ê mazotê danaye. Beriya wê jî hinek kesan seyareyên xwe li wir sekinandine û gaz û mazota gundiyan dizîne. Agahiya me ji vê bûyera ku berê çêbûyî nîn bû. Me jî cihê bûyerê çend deqîqeyan seyara xwe sekinandibû. Wan jî gotin, qey em jî dizin û ji bo ku mazot û benzîna wan bidizin li wir sekinîne. Wî kesê ku dîn em dîtine. Digotin dîne, lê nedîne. Wekî nobetçiyê gund tevdigeriya û gund diparast. Çawa ku me dibîne li ser me fîşek davêje.
Me meselê fehmkir û em rehet bûn. Me got, ‘ne dijmine ew tiştekî normale. Piştre wî kesê ku jêre digotin, dîne, pesna xwe daye û gotiye; ‘diz hatine mazot û gaza me bibin lê min li ser wan fîşek avêt, seyare tirsayaye û çûye.’ Lê em bûn, nedizbûn û me diziya mazot û gazê nedikir. Em hatibûn ku kar û xebatê xwe bimeşinin. Piştî wê agahiyê em rihet bûn û me plansaziya xwe çêkir. Me dest rêxistinkirina gund kir. Gundî jî pir kewxweş bibûn. Me kar û xebatê xwe li wî gundî serkeftîn derbaskir.
Çavkanî: PAJK.org