RIHA- Jinên ciwan ên welatparêz ji bo bîranîna Şehîd Sara Hogir Riha ya ku di 28’ê Tîrmehê de di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de tevî Şehîd Bişeng Brûsk şehîd bûbû, li kolanên Rihayê çalakiyeke nivîskî li dar xistin.
Şehadeta endama rêveber a Komalên Jinên Ciwan û Komalên Ciwan Şehîd Sara Hogir bandor li hemû ciwan û jinên ciwan ên 4 parçeyên Kurdistanê kir, bi dehan jinên ciwan navên “Sara û Bişeng” li xwe kirin û berê xwe dan çiyayên azadiyê. Ev leza ber bi çiyayên azadiyê hê jî didome. Jinên ciwan ên welatparêz ên Rihayê bi nivîsandina li ser dîwaran daxwaza xwe ya tolhildanê anîn ziman.
Kolanên Rihayê bi nivîsa “Em Silavê Şehîd Sara Hogir in” ve hatin xemilandin.