FRANKFURT – Festîvala ku li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi dirûşmeya “Em tecrîd û dagirkeriyê bişkînin, Rêber APO azad bikin” û bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên ji çar aliyên Ewropayê tevlî bûn, bi dawî bû.
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO di 15’ê Îlonê de dest bi çalakiya Meşa Dirêj kirin, danê sibehê jî bi hev re çûn qada festîvalê. Ciwanên li Frankfurtê li hev civiyan û diyar kiirn ku li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletên faşîst ên li Kurdistan û Ewropayê tên meşandin, wê her tim bi ziman, reng û halê xwe li ber xwe bidin.
Gel eleqeyeke mezin nîşanî standên ku xwarin û cil û bergên herêmî li çar aliyê derdorê hatin daliqandin nîşan da. Her wiha standa ciwanan a ku ji aliyê ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN’ê ve hatibû vekirin û gelek pirtûk hebûn, di nava rojê de ji aliyê girseyên ciwanan ve hat ziyaretkirin. Ciwanên ku çalakiya Meşa Dirêj li dar xistin jî dema ku li bendê bûn derkevin ser dikê û li festîvalê daxuyaniyê bidin rastî êrîşa polîsan hatin. Ciwanên ku dest ji hevalên xwe yên ku polîsan hewl da binçav bikin, bernedan, di bin dorpêça polîsan de bi zincîreyekê berxwedan nîşan dan. Li hemberî biryardariya ciwanan a berxwedêr, polîs neçar man ku dorpêçê belav bikin.
Şiyar Amanos ku li ser navê ciwanên ku çalakiya Meşa Dirêj li dar xistin daxuyanî xwend, bi silavkirina Rêber APO û gerîlayên azadiya Kurdistanê dest bi axaftina xwe kir. Şiyar anî ziman ku heta tecrîda li ser Rêber APO bê şikandin wê ciwan li ber xwe bidin û got, “Me dît ku çawa cenazeyên Şehîd Agit Îpek, Şehîd Tolhildan Tekman, Şehîd Hakan Aslan şandine malbatan. Em ê tola xwe hilînin. Em ê ji bîr nekin û nedin ji bîr kiein .” Gelê Kurd ku di nava rojê de bi nirxên xwe yên çandî re dilsoziya xwe nîşan dan, li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO jî helwesta xwe ya xurt nîşan dan.
Festîval danê êvarê bi gerandina govendê û dirûşmeyên “Bijî Serok APO” bi dawî bû.