NAVENDA NÛÇEYAN-
Di 97’an de em komek heval şervanên nû bûn, bawerim hejmara me bi qasî yekîneyekê bû me li Kato Jîrka perwerde didît. Em hemû jî nû hatibûn wek dibêjin ya em hemû ecemî bûn, di erazî de jî em wisa bûn. Yanî em di aliyê şert û mercê çiya de jî pir xerîb bûn. Ji ber ku em şervanên nû bûn, erzaq piranî didan me, erzaqek li kuderê hebûya piranî didan şervanên nû. Ji ber ku di erzaq piranî goşt hebû, jixwe di Botanê de goşt û pez nav û denge. Em wek şervanên nû hejmara me pir zêde bû û pêvajoya 97’an jî ji ber ku ambargo li ser gundan hebû ji ber wê erzaq ji mere nedihat. Ev ambargo bi awayek xwzayî her çiqas em şervanên nûbûn jî lê ji ber ku erzaq nebû ji bo wê ji mere jî nedihat. Lê cihê lojistîkê nêzî me bû, tê bîra min hevalan ji mere jî behs kiribûn, gotibû erzaq çi were divê hûn bidin şervanên nû. Jixwe xwarina me ya sereke nan û goşt bû, jixwe nan jî pir kêm hebû wisa hatibû plankirin ku me her roj pezek serjê dikir.
Lojîstîkê 20 pez dabû me, baş nayê bîra min wê şevê kî bû nobetçî jixwe her şev meseleyên me û hirçan derdiket. Li tevahî Kato lê bi taybet li Katoyê Jîrkan ji di aliyê hirçên xwe pir bi nav û deng bû. Ji bo wê jî her şev hirç hebûyan yan tinebûya hevalê nobetçî gazî rêveber dikir digotin hirç hatine. Ji ber ku em şervanên nû bûn û hêjî fêrî erazî nebibûn, mermî li ser çekên me tinebûn ji ber wê em ji erazî jî ditirsiyan û ji hirçan jî ditirsiyan. Hevalan jî gotibû dema rewşek cuda çêbû yan hirç hat gazî me bikin, me hem nobeta xwe digirt û hem jî nobeta li pez digirt. Jixwe hevalên yekineyên tabûrê li dora me nobeta me digirt, ji ber ku me nedikarî bê çek û mermî nobet bigrin, ji bo em hem fêr bibin hevalan em dixistin nobetçî û ji bo em wêrek jî bibin.
Lê bi rastî jî hirç di Kato de pir hebûn. Dengê wan jî carnan dihat, lê dema dengek cuda jî bihatibûya me gazî rêveber dikir. Me digot hirç hatiye ji bo ku ew hevalê rêveber jî li gel me nobetê bigrin me wisa dikir. Me şevekê meyze kir heval hemû rabûne întişarê, qelebalixa wane jixwe hûn dizanin şervanên nû çawanin. Dema tiştek çêdibe şervanên nû hemû radibin întişarê, hemû pir bi kelecanin, tiştek biçûk jî biqewimîbûya hevalan pir mezin dikirin mirov digot qey qiyamet rabûye. Welhasil ew qelebalixa ku çêbûyî em hevalên jin jî me xwe xistibû yek rêz û razabûn, di carekê de em hemû rabûn me got çibûye? çibûye? Me got dibe ku întîşar çêbu ye.
Lê hevalan gotin hirç ketine nav pez hemû xwarine û birbûne û çûne. Welhasil şeve jî em nikarin biçin erazî jî, em hemû şiyarbûn me meyze kir nobetçî jî moralê wî ketiye tirsiyabû jî got wele hirç ketiye nav pez û pez birbûye. Bi rastî jî hirç ketibû nav pez de û şev jî bû me nedikarî em tiştekî jî bikin. Yek pez tenê jî nemabû, hirçê xwe lêdabû yê birî jixwe biribû û yê din jî ji tirsan de di Kato de nokte terikandibû. Welhasil heta siharê kî dibû nobetçî ziravê me diqetiya me digot wê hirç were me jî bibe. Welhasil bû sihar, bi rastî jî pezê me yek tenê jî nemane. Ev jî xuya dibû pez nebe erzaq jî nîne. Welsil wê rojê tiştekî ku em bixwin nîne. Ji ber ku gelek caran yan gur diket nav pezê me yan hirç diketin nav pezê me, her carê jî pezê me yan dixwarin yan jî bir dibûn em bê erzaq diman. Ji ber wê hevalên lojîstîkê ji me re gotin ev şansê we yê dawiyê ye hirç bikeve nav pezê we û bibe em êdî erzaq nadin we, erzaqê me jî pez bû bi vî awayî em ceza kirin.
Welhasil em carekê hatin cezakirin pêwîstbû me pezê xwe peyda bikirba. Wê rojê perwerdeya me bibû operasyona pez, pêwîstbû em pezê xwe yê ku hirçê nexwarî kombikin. Em ew yekîne hemû di eraziyê Kato de geriyan, helbet em di erazî de jî ne zêde şareza bûn lê cihên ku em lêgeriyayî me yek pezê xwe peyda nekir. Jixwe yên hirçê birî biribû û yên din jî xwe xilaskiribû. Welhasil em bê pez man, moralê me jî wisa ketiye hem em dizanin hevalan em cezakirine û hem jî fermandarê me yê şervanên nû jî têra xwe em rexne kir got hûne Kurdistanê rizgar bikin lê hûn nikarin nobetê li pezekî bigrin. Helbet heval jî heqbû ji ber ku erzaqê me ew bû, cuda tiştek din yê me nebû. Welhasil em geriyan me pez nedît heta ber bi êvarê, ez û hevalek jin ku ew jî şervana nû bû me got em biçin avê.
Kaniyek li beranberî me di şikeftekê de hebû, kaniyek pir xweş û ava wê wekî qeşayê bû ne şaşbim navê wê kaniya hirçê bû. Em şervanên nû me ava xwe ji wir di anî. Dema em her dû çûn wê şikeftê me got em ava xwe bînin, em çûn ber deriyê şikeftê me meyze kir hinek tişt di şikeftê de sor dikirin. Li ber derî tijî tişt hebûn, komek bû sor dikir bi rastî jî em pir tirsiyan me got ka ev çi tiştin sor li vêderê, welhasil em çûn hindirê şikeftê beriya ku em biçin ser kaniyê, me meyzekir tije ew qotiyên salçê yên 1-5 kîlo yên wisa gilover bi qasî 20 qotiyan hebûn yên ku hatibû bin axkirin. Tam di hindirê şikeftê de hevalan salçe binax kiribû, hirçê jî ew salçe derxistibû, perçiqandibû û avêtibû wir. Lê yek qotiyê salçê tenê jî kun nebibû, lê qotiyên salçê hemû ji bin axê derxistibû. Li wir em hem matmayî man, hem tirsiyan û hem jî me pir kêfxweş bûn.
Ji ber ku 20 pezê me çûbûn û me 20 qotî salçe dîtibûn me şok derbaz kir, ji bo wê me nedizanî em çibikin. Me dizanî ne yê meye, ayîdê lojîstîka genele, lojîstîkê li wir veşartiye. Ji ber ku hirç jî dihat wê şikeftê, jixwe navê wê şikeftê û wê kaniyê jî digotin ya hirçê. Lê hevalan erzaqê xwe jî li wir veşartibûn, helbet mirov erzaq jî teslîmî hirçê nake. Lojîstîkê her tim em rexne dikirin û digotin her şev hirç û gur dikevin nav pezê we de û pezê we dibe û hûn xwedî li pezê xwe dernakevin, lê salçeyên ku lojîstîkê jî binaxkirî mixabin hirçê hemû derxistibû û hemû perçiqandibû. Weke ku hirç jî peyamekê bide me gotibe pez ji me re, erzaq jî ji were. Wêdemê salçe di Botanê de nav û dengbû, salçe bi dest her kesê nediket ji bo wê di got xwarina qumtanan encex bi dest qumtanan biketibûya.
Em wek şervanên nû ti carê bê destûr me dest ne di avêt tiştekê welhasil me ava xwe dagirt û em çûn gel fermandariya xwe, me got hal û mesele eve. Me got, me li şikeftê qederek qutiyên salçê yên mezin dîtin diyarbû hirçê wisa kiriye qotî kun nebûne lê perçiqandiye û avêtiye wir. Welhasil hevalan jî got dengê xwe dernexin û ji lojîstîkê re jî nebêjin jixwe lojîstîkê jî em ceza kirine û ti erzaq nadin me, hinek nanê me jî di vê demê de heye, em bi salçê ve bixwin heta ku pez didin me, ji ber ku em bêjin me salça dîtiye wê hemûyê bibin jixwe em cezalîne tiştekî nadine me ya herî baş em nebêjin. Welhasil heval şandin ew salça hemû anînîn, hemû yekîtî hatin hişyarkirin ku ji kesekê re neyê gotin, ji derveyî şervanên nû kesek din pê nehesin, piştre emê dîsan werin rexnekirin û cezakirin. Wê pêvajoyê jî cezayê herî mezin bê erzaqmayîn bû, jixwe em her roj ceza dikirin. Welhasil me salçeyên xwe birin.