NAVENDA NUÇEYAN- Ji bo şermezarkirina sûcên li dijî jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê li Stadyûma Babins a Şehbayê çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. Di çalakiyê de hevseroka Nivîsgeha Fotbolê ya knatona Efrîn û Şehba Fikret Heco daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de îşaret bi zihniyeta baviksalariyê ya li gel pergalên Kurdistan dagir kirine û Rojhilata Navîn kontrol kirine û rola jinan di şikandina vê zihniyetê hat kirin. Her wiha hat gotin jinan bi ruhê tolhildan û têkoşînê bendên koletiyê yên zihniyeta baviksalariyê ferz kirine şikandin.
Her wiha di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jin sembola têkoşîna li dijî zihniyeta baviksalarî ya kapîtalîst bû û di dirêjahiya dîrokê de daxmayên wê yên aşkera hene, mîna Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemaz, Ronahî, Zîlan, Bêrîtan û hwd.
Di daxuyaniyê de hat gotin zihniyeta baviksalarî ya li Îranê berpirsê şehîdbûna Jîna Emînî ye.
Di dawiyê de soza şopandina rêça jina rizgarkirî hat dayîn.
Piştî çalakiya protestoyî, maçeke fotbolê ya jinan di navbera tîmên Til Rifet û Komeleya Werzîşvanan de hat lîstin.